Jinên Îranî piştî qedexeya çil salan ji trîbûnê li futbolê temaşe kirin

Rayedarên Îranê, piştî 40 salan destûr dan ku jinan ji trîbûnê li futbolê temaşe bikin. Bi sedan jin di maça temaşe kirin de dirûşmeya "Keça Şîn" berz kirin.

Navenda Nûçeyan – Rayedarên Îranî, piştî “Şoreşa Îranê” ya sala 1979’an, cara yekem destûr dan ku bi sedan jin ji bo temaşekirina maça Super Lîga li Tehrana paytexta Îranê li trîbûnan rûnin. Ajansa Nûçeyan Fars ya nîvfermî ya Îranê ragihand ku 25’ê Tebaxê roja Pêncşemê, zêdetir 500 jinên Îranî li Stadyona Azadî ya paytext Tehranê lîstika futbolê ya navbera tîmên “Esteghlal FC” û “Art Mes Kerman FC” hat lêyistin, temaşe kirin.

Jinên çûn temaşekirina maçê jii bo bîranîna Seher Hudayari dirûşma "Keça şîn” berz kirin. Piştevana jin a tîma Esteghlal FC Seher Hudayari, di sala 2019’an de bi guhertina cil ketibû Lîga Şampiyonan a Asyayê. Seher Hudayariya ku di dadgeha derket de mehkûmê hepsê hatî bû kirin, ji bo bertek nîşanî biryarê bide û agir berda xwe û jiyana xwe ji dest da bû.

Li Îranê dem bi dem destûr tê dayîn ku jin  maçên neteweyî ji trîbûnan temaşe bikin, lê temaşekirina maçên Lîga Super a ji trîbûnan ji derveyî vê destûrê dihat girtin.