Jinên Êzidî yên futbolcî di qada werzîşê de ne

Tîmên futbolê yên jinan Nehda Xanesor û Nucum Sinune li bajaroka Borik a Şengalê hatin hemberî hev. Di dawiya maçê de tîma Nehda Xanesor bi ser ket.

 
Şengal - Civaka Êzidî ya ku dîrokek di bin dorpêça şer, xiyanet, revandin, destdirêjî, komkujî û qirkirinê de jiyaye, ji bo ku dîrok dubare nebe, roj bi roj xwe kom dike. Civaka Êzidî ya ku bi rêxistinê xwe komkiriye li zemîna gewherên veşartî eşkerekirinê digerê. Jinên ku reng didin hemû qadên jiyanê, tevî fermanên jiyaye jî bê dudilî bi rengên xwe yên herî bedew tevlî hemû çalakiyên civakî dikin. Li Şengala piştî êrîşên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, Êzîdiyan dîsa dest bi vegera li warên xwe kirin. Êzîdiyên ku vegeriyan Şengalê 7 sal in pergalekê ji berşya fermanê cûdatir bingeha jiyaneke nû avadikin. Di civaka Ezîdî de jinan reng dan jiyanê, di her warî de reng dan û pêngava herî girîng avêtin. Jin hatin rewşeke ku xwe di her qadê de îfade bikin.
Ji hunerê heya werzîşê di her warî de cîh digrin
Jinên Êzîdî yên beriya fermanê nikarîbûn derkevin ber deriyê malên xwe, ji hunerê heta sporê di her qadê de çalak in. Komên futbolê yên jinên ciwan, 3 sal berê hatin avakirin, yek ji gavên herî girîng ên jinên Êzidî di jiyana xwe de avêtin e. Li bajaroka Xanesor a Şengalê 1, 3 li bajarokê Sinûnê, 1 li Til Benat û bajarokên din tîmên futbolê yên jinan hatine organîzekirin. Tîmên jinan carinan di nav xwe de û carinan li derveyî Şengalê beşdarî pêşbaziyên futbolê dibin. Duh, tîma jinan a Nehda Xanesor Genî û Tîma Jinên Ciwan Nucum Sinune li gorî demjimera herêmê saet 18.00’an li bajaroka Borik a Şengalê hatin hemberî hev. Di lîstika du demjimêran de, tîma Nehda Xanesor bi 4 li hemberî 2 tîma Nucum Sinûnê binxist û ser ket.
“Ez ji lîstina futbolê hez dikim" 
Endama koma futbolê ya jinên ciwan a Nehda Xanesor, Lazime Cemo ya ku dibejê, "Beriya fermanê, jinên Êzîdî werzîşê deynîn kelekekê nikarîbûn beşdarî tu çalakiyên civakî bibin”, hezkirina xwe ya  futbolê û keyfxweşiya xwe ya serketinê bi me re wiha parve kir; “Em bi gelek şaxên werzîşê re mijûl dibin. Ez ji lîstina fûtbolê hez dikim. Koma me 3 sal in hatiye avakirin. Berî fermanê, jin nekarîbûn beşdarî futbolê yan jî tû şaxêk werzîşê bibin. Lê niha em dikarin beşdarî her qadên werzîşê bibin. Me bi koma jinên ciwan ên Sinûnê re lîst. Ew jî pir baş bûn, wan jî xweş lîst. Me piştî têkoşînek dijwar bi 4 li hemberî 2 lîstok ji wan bir û em di lîstikê de bi ser ketin. " 
Maç bi çepikên temaşevanan ên ji bo girtina kupaya tîma Nehda Xanesor a serketiya rojê dawî bû.