Jinek bû sekretera Kulûba Sirwanî ya Helebçeyê

Jinên Helebçeyê ji derveyî xebatên îdarî, di qada werzîşê de jî pêşeng in, di destkeftiya herî nû de lîstikvan Peyman Zeynedin Cemîl weke sekretera qulîba Sirwan a Helebçeyê hat hilbijartin.

Helebçe- Peyman Zeynedîn Cemîl koleja werzîşî ya zanînageha Helebçeyê temam kiriye û 19 sal in lîstikvana volebolê ye, çend dewreyên mamostehî dîtiye û ev werzîşvan weke sekretera kulûba Sirwanî ya Helebçeyê hat hilbijartin.

Tîma voleybolê ya keçên Sirwanî nêzî meh û niv e, hatiye avakirin û fikra avakirina vê tîmê ji aliyê sekretera kulûba Sirwan a Helebçeyê Peyman ve ket meriyetê. Peyman di hevdîtinek bi ajansa me re wiha got: “Me bi awayekî xwebexşane komek lîstikvanên nû yên voleybolê ava kir. Armanca me ew e ku werzîşa jinan li vî bajarî bidome û her wiha em hewl didin di demên pêş de bikaribin hîn zêdetir xizmetê ji bo werzîşa bajarê xwe bikin û beşdarî tûrnovayan bibin.”

12 salan di tîma Helebçeyê de lîstikvanî kir

Peyman wiha got: “12 salan ez lîstikvana tîma Sirwanî ya Helebçeyê bûm, di dawiya lîstika sala 2021’ê ya Iraqê de bi hinek hevalên xwe re me dawî li werzîşê anî. Lê belê dema ku hilbijartina tîman dest pê kir, daxwaz ji min kirin ku bibim berendam. Ji ber min gelek ji lîstika werzîşê hez dikir, min got ez tenê li vê derê dikarim tîmek baş ava bikim û komek lîstikvanan ava bikim. Seroka tîmê û cîgira serokê tîmê jî piştgiriya min kir.”

Peyman û lîstikvanên berê yên havalên wê dest bi komkirin û piştgiriya jinên lîstikvanên Helebçeyê kirin. Tenê ji bo lîstikvanên keç piştgiriyek biçûk pêwîst bû, ji bo wê biryar da di demek zû de weke sekretera kulûbê dest bi kar bike û wiha got: “Pirsgirêka me ya sereke nebûna ciheke antremanê û lîstikê û nebûna sponsorên ku lîstikvan bi xwe ji bo xwe pêwîstiyên xwe peyda dikin. Di demek de timên derdora Silêmanî û Hewlêrê hemû alîkarî didin û piştgiriya madî dikin, daxwaza min ew e ku tu caran partî nebe sedema tunebûna werzîşê û di demek kin de pêwîstiyên tîmê werin bicihanîn.”