Jinan di turnuvayê de edalet xwestin

Di fînala Turnuvaya Futbolê ya Kemal Korkut de jin ji bo Aysel Tugluk daketin qadan.

Şirnex - Fînala tûrnûvaya futbolê, ji aliyê Şaredariya Silopiyayê û Meclisa Ciwanên HDPê ve ji bo bîranîna Kemal Kurkut ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, hat lidarxistin.

Di tûrnûvaya ku li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Silopiyayê bi coşeke mezin pêk hat, ji 83 tîman 6 ji wan jin in. Jinan lîstikên xwe bi jinên ku di dema qedexeya derketina derve ya li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê de hatin qetilkirin vegot. Di fînalê de jin bi pankarta “Aysel Tugluk rûmeta me ye, ji bo Aysel Tugluk edalet” daketin qadan û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi meşaleyan meşiyan.

Piştî meşa meşaleyê maça fînalê ya ewil di navbera tîmên 'Pakîze Nayir' û 'Asya Yuksel' de hat lîstin. Di encama maçê de tîma Pakîze Nayir bi skora 5-2 bi ser ket. Piştî maça fînalê ji aliyê temaşevanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin, têkildarî armanca tûrnûvayê axaftin hatin kirin.

Banga têkoşînê

Li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Ozek bal kişand ser rola malbatan a di bikaranîna madeyên hişbir de û got; “Dewlet hewl dide her cure lîstikan li ser zarokên me bilîze û wan bi pergala xwe ve girê bide. Ez bang li hemû dê û bavan dikim, bila zarokên xwe hişyar bikin û nehêlin ku bikevin dafikê."

Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Silopiyayê Asuman Kulter jî got: “Bi van polîtîkayan hewl didin ciwanên Kurd ji nasnameya xwe dûr bikevin. Divê her ciwanê/a Kurd li dijî van polîtîkayan hişyar be û têkoşînê bilind bike.”

 Fînala mezin di 20’ê Îlonê de ye.

Di merasîma ku piştî axaftinan hat lidarxistin de xelat dan xwediyên wan. Fînala mezin a tûrnûvayê tê plankirin ku di 20'ê Îlonê de li Silopiyayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bê lidarxistin.