Ji Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê serkeftin

Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê di deplasmanê de Tîma Jinan a Ataşehir Belediyesporê 2-1 têk bir. Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê bi vê serkeftinê puanê xwe derxist 25’an.

Stenbol- Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê ya ku di Koma B ya Lîga Super ê Jinên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) da dileyizin, Tîma Jinên Ateşehir Belediyesporê ya ku di hefteya 16’emîn a lîgê de li beramberî wan derket 2-1 têk bir. Di maça ku duh li Standa Esatpaşa ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat lîstin de Amedsporê bi golên Cristelle Ursulla û Remziye Bakir 2-1 Ateşehir Belediyespor têk bir.

Tîma Futbolê ya Jinên Amedsporê bi vê serketinê puanê xwe derxist 25’an û di lîgê de di rêza 4’emîn de cih girt. Li aliyê din Ataşehîr Belediyespor bi 15 pûanan di lîgê de di rêza 8’emîn de ma.