‘Ji bo xizmetê ji gelê xwe re bikim min welat neterikand’

Ebde Mihirzad endamekê tîma patenê ya Efganistanê ye got ku ew tevî gefên ku li ser hatiye xwarin jî welatê xwe neterikandiye û dibêje: “Min nedixwest biçim, ji ber ku zêdetir pêwîstiya welat bi me heye.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Ebde Mihirzad a 16 salî ji Efganistanê ye û her wiha endama tîma patenê ya Efganistanê ye rûxmê pêkutiyên Talîbanê ya li ser jinan bi têkoşînê werzîşê didomîne. Ebde Mihirzad a ji ber ku werzîşê dike rojane rastî gefan tê dibêje ku rûxmê hemu gef û pêkutiyan jî ew welatê xwe naterikîne. 

‘Ez ciwan im dikarim bi werzîşê xizmetê ji gelê xwe re bikim’

Ebde Mihirzad a balê dikşîne ser pêkutiyên ku li ser jinan tê kirin wiha dibêje: “Min nedixwest biçim derve, ji ber ku dizanibûm pêwîstiya welatê min hîn zêdetir bi min heye û ez dixwazim werzîşa xwe berdewam bikim. Her wiha ew beşdarî gelek pêşbirkên navxweyî bûye û xwedî gelek dîploma û madalya me. Ez ciwan im dikarim bi werzîşê çalakiyên zêdetir ji bo xizmetê ji gelê xwe re bikim. Me ji ber desthilatdariya Talîbanê xwendin, werzîş û armanc û hevalên xwe ji dest dan. Ez dixwazim werzîşê bikim û li welatê xwe bimînim, welatê xwe ji vê rewşê rizgar bikim. Piraniya jinên werzîşvanên Xeliskên berê xwe dana welatên Evropayê. Lê belê piraniya kuran li welatê weke Pakistan, Îran dimînin û hemû hewldanên wan ew e ku xwe bigihîjînin welatên pêşketî.”