‘Ji bo jiyana bi tendirust werzîş şert e’

Mamosteya werzîşê Zoya Mihemed diyar kir ku werzîş weke nan û avê pêwîstiyek girîng a jiyanê ye, nekirina werzîşê rê li ber nexweşiyan vedike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Hinek ji Faktorên bingehîn ku bandorê li tendirustiya mirovan dikin, şert û mercên jiyanê û tîmarbûnê ne. Di tevgera jiyana rojane de em pê nahesin ku bedena me westiya ye û ji hev dikeve. Ji aliyê pispor û bijîjkan ve jî hatiye diyarkirin ku bedenek bi tendirust bandorek baş li ser dil, mejî û hemû lebetên bedenê dike. Baş e wê demê ji bo jiyana bi tendirust tişta ku nebe nabe çi ye? Bêguman werzîş e. Der barê bandora werzîşê ya li ser bedena me de mamosteya werzîşa bedenê û pispora tedawiya xwezayê Zoya Mihemed axivî.

‘Werzîş tedawiya xwezayî ya gelek nexweşiyan e’

Zoya Mihemed 30 sal in di qada werzîşê de dixebite dibêje: “Werzîş weke nan û avê pêwîstiyek girîng a jiyanê ye, nekirina werzîşê rê li ber nexweşiyan vedike. Dema hûn ji nexweşiyên stres, diyabet, dil û cîgerê ditirsin yan jî ger hebe û giliyên we vê der barê de hebin divê di nava hefteyê de sê rojan hûn werzîş bikin. Tevger û werzîş dermanê van hemû nexweşiyan e.”

Nanê spî nexwin!

Zoya Mihemed bal kişand ser bandora tîmarbûna bê tendirust li ser bedena mirovan û wiha got: “Mixabin di roja me de ew xwarinên ku em dixwin piraniya wan ne xwezayî ne. Xwarina nanê spî bandorên wê yên li ser bedena mirov tên zanîn, bi awayek zêde xwarina wê bandorê li ser çêkera laş û lebetan dike. Di nava civaka me de zarokên ku dibin 15-16 salî di wan de nexweşiyên cur be cur derdikevin. Di wî temenî de bi pirsgirêka masûlkeyan re têdikoşin û êşa masûlkeyan ji wan re dibe kabûs. Ev bi rastî ji ji mirovan re ecêb tê, di temenek wisa biçûk de çawa nexweşiyek wisa digre? Sedemên van ên bingehîn ez dikarim bibêjim bê tevgerî û nekirina werzîşê ye. Ne tenê jin û ciwan, di civaka me de gelek kes êdî bê tendirust in û ji ber şert û mercên jiyanê bi pirsgirêkên wisa re rû bi rû dimînin. Kesên ku êşa masûlke û hestiyan dikşînin divê bi rêkûpêk werzîşê bikin.”

‘Divê rojê herî kêm 10-15 deqe bimeşin’

Zoya Mihemed diyar kir ku civak fêrî betalî û tembeliyê bûye û ji bandora neyênî ya vê rehetiyê bêxeber in û wiha got: “Mirov êdî dema diçin marketê jî bi wesayîdê diçin. Divê rojê herî kên 10-15 deqe bimeşin. Divê kalorî werin şewitandin. Ger li gorî van quralan bimeşin wê pirsgirêka dil nemîne. Rêveçûn dil û nefesê bi hêz dike.”

‘Divê ayrobîk û zomba bi rêk û pêk were kirin’

Zoya Mihemed destnîşan kir ku jinên her dem bi karên malê ve mijûl dibin rojane tevgerên ku di nav de ne werzîş in dikin û ew tiştên ku werin kirin bi van gotinan vegot: “Ev karên malê ku wisa rojane tên kirin, rê li ber êşên masûlke û hestiyan vedikin. Divê ku bi rêk û pêk ayrobîk û zomba bikin wê kaloriyê bişewitinîn, hinek ew madeyên bi zirar ku em dixwîn, xwe derdixin derve. Mînak xwê bi idrarê derdikev derve. Mirov dikare bibêje ev hemû bi van riyan nayê avêtin divê em ji bo avêtina wan ji bedenê têbikoşin. Li ser beden û mejiyê me bandorek neyênî bikin û wê rê li ber nexweşiyan veke. Wê nîşaneyên weke sarbûna rû, westandin derkevin û di bingeha vê de bêtevgerî heye. Ew êşên ku ji ber bêtevgeriyê di bedena me de kom bûne, rê li ber nexweşiyan vekin.”

 ‘Kesên ku li ofîsan dixebitin jî dikarin di navberê de rabin ser xwe û hereket bikin’

Zoya Mihemed der barê kesên ku li ser kompîterê 8-9 saetan derbas dikin ev pêşniyar kir û got: “Karê li ser maseyê, bi taybetî kesên ku bi kompîtorê re mijul dibin her pirsgirêk bi wan re çêdibin, ew jî êşên stû û masûlkeyan in. Her dem ji paşiya stu, êşa spazmayê gilî dikin divê di nava saetekê de di navenda ofîsê de rabin tevgerê bikin, bi taybetî yên ku ji stû û masûlkeyan re baş in.”