Jessica Pegula cara sêyemîn li pey hev gihîşt nîvfînala US Open
Tenîsvana Emerîkî Jessica Pegula cara sêyemîn li pey hev gihîşt nîvfînala US Open. Jessica Pegula di riya xwe ya ber bi fînalê de dê bi şampiyona du caran a turnuvayê Aryna Sabalenka re bê beramberî hev.
Navenda Nûçeyan - Tenîsvana Emerîkî Jessica Pegula di sezona dawî ya tûrnûvaya Grand Slam de gihîşt nîvfînala US Open. Jessica Pegula, welatiya Emma Navarro bi setên 3-6, 6-4 û 6-3 têk bir û ket nav çar lîstikvanên dawî.
Di maça dawî de Jessica Pegula seta yekem winda kir, di setên duyem û sêyem de serkeftin bi dest xist û lîstik bi 2-1 qezenc kir. Bi vê encamê, Jessica Pegula ku di cîhanê de di rêza 3’yemîn de ye, cara sêyemîn li pey hev cihê xwe di nîvfînalên US Open de misoger kir.
Dê di nîvfînalê de bi Sabalenka re bê beramberî hev
Di nîvfînalê de reqîba Jessica Pegula dê şampiyona du caran Aryna Sabalenka be. Maça di navbera herdu tenîsvanan de dê fînala US Open a 2024’an bîne bîra mirovan. Di fînala mijara gotinê de herdu lîstikvan ji bo şampiyoniyê hatibûn beramberî hev.
Jessica Pegula bû yekem lîstikvana tenîsê ya jin ku di sezona 2026’an a tûrnûvayên Komeleya Tenîsa Jinan (WTA) de gihîştiye 50 serkeftinan.