Heskirina Sara Hiwa ya futbolê

Xeyalên Sara Hiwa ya dixwaze di futbolê de serkeftî be dibêje: “Ez dixwazim di qada werzîşê de bibim ciwanek serkeftî û xwedî navek diyarbim di nava malbat û bajarê xwe de. Ez dixwazim di zanîngehê de beşê werzîşê temam bikin û bejdarî tornovayên cîhanê bibim.”

HEWAR MIHEMED
Derbendîxan - Jina ciwan ya bi navê Sara Hiwa ya 18 salî di futbola Derbendîxanê de weke qeptan cihê xwe digre, di nava tîma Qeladîzê de jî dilîze. Sara sê sale antramanên futbolê dike ji destpêkê fêr bûye û bi awayek akademikî dest bi antremanan kiriye û heta niha jî dewam dike.
Sara nêrînên xwe yên di derbarê werzîşê de wiha anî ziman: “Xeyalên herkesê heye ku xwestekên xwe pêk bînin, xwesteka min jî ji werzîşê re heye û dixwazim xwe di vî aliyî de pêş bixim.
Hertim entramanan dikin armanca min ewe ku di demê pêş de li zanîngehê beşa werzîşê temam bikim û bejdarî tornovayên cîhanê bibim. Her tiştek zehmetiyên xwe heye, ya giring ewe ku mirov dest ji xwestekên xwe ne berdin. Niha gelek giringî tê dayîna werzîşê bi teybet fotbol li hemû bajar û bajarokan timên keçan hene û dileyîzin. Em jî weke tima fotbolê ya keçên Derbendîxanê baweriya me bi hêza me heye, armaca me ewe ku di demê pêş de em bejdarî tornovayan bibin û encamên baş bi dest bixin. Hêviyên min yên mezin ji bo pêşerojê heye û dixwazim di qada fotbolê de bibim ciwanek serbilind û serkeftî û navek diyar yê min hebe ku da ez serê malbat û bajarê xwe bilind bikim û dixwazim beşa werzîşê di zanîngehê de bixwinim û bejdarî tornovayên cîhanê bibim.”