Hêdîxan gelek ji wênekêşiya werzîşê hez dike

Wênekêşa saha futbolê ya Silêmaniyê Hêdîxan Mecîd gelek ji werzîşê hez dike, heskirina wê ya ji bo werzîşê wisan kiriye ku bibe wênekêşa qada werzîşê.

TERZE TEHA

Silêmanî - Hêdîxan Mecîd gelek ji werzîşê hez dike. Heskirna wê wisan kiriye ku bibe wênekêşa werzîşê. Di saha futbolê de bi heskirin wêneyan dikêşe. Hêdîxan Mecîd yekem wênekêşa jin ya werzîşê ye li Silêmaniyê û di heman demê de lîstokvana futbolê ye. Timî kemereya wê li milê wê ye û hewil dide di lîstokên werzîşê de wêneyê herî xweşik bi kêşe.

“Ez gelek ji wênekêşanê hez dikim”

Hêdîxan Mecîd da zanîn ku bi xwe dixwaze di nava deqeyekê de wêneyê lîstokvan û hurguliyên wan bikêşe û dibêje: “Ez gelek pê keyfxweş dibim ku dema di deqeyekê de dixwazim wêneykê bi kêşim û di dema ku ez wêne dikêşim de ez wisan his dikim ku ew ji ew hestên ku jiyan dikim jiyan dikin. Dema ku top bilind dibe yan ji leyîstokvan li pey topê dibeze ji bo min dema herî xweş ya wênekêşanê ye û ez hewil didim ew hest û xoroşa ku heye di wêneyan de reng bidim. Di nava dû mehan de min dû hezar wêne kêşaye û arşîv kiriye, di malpera xwe ya tora civakî ya facebookê de belav dikim.”

Di dema wênekêşanê de divê di nava lîstokê de be û ev jî dibe sedem ku carekê top lê bikeve û heta carekê top pê ketiya û Hêdexan wiha got: “Carekê top bi min ket ew ji normale, ez gelek ji topê hez dikim, êşa wê ne gelek bû ger êş ji hebe ji ber tope ne pirsgirêke. Ez tenê wêneyên werzîş û layîstokvanan nakêşim, gelek caran wêneyê hindir jî dikêşim û dixwazim wêneyê herî xweşik bikêşim, ez gelek keyfxweşim ji ber yekem wênekêşa jin ya werzîşî me, ez hêvîdarim jin werin nava leyîstokê û bibin ragihandinkarê werzîşî ji sedan 98-99’ê leyîstokvanan mêrin û ez dixwazin ragihandina jinê ji biên nava qada werzîşê.”

Hêdîxwan Mecîd 31 saliye, ji 20 saliya xweve hertim werzîşê dike û layîstokvana topa pêye, di sala 2017’an de bû leyîstokvana bijartî ya Iraqê. Di sala 2016’an de beşa werzîşê li zanîgeha Silêmanî temam kir, piştî ku hat qada werzîşê gelek ji ragihandinê hez kir û xesteka wê ya ji bo werzîşê zêde bû di destpêka sala 2022’an de bû wênekêşa werzîşê û xwedî nasnameya yekitiya topa pê ya Iraq û ya herêma Kurdistanê ye.