“Divê jin ji xwe û armancên xwe bawer bin”

Rahêner Înam Abû Qaynis a ku li Xezayê tevî zextên civakî di werzîşê de serketinên mezin bi dest xist diyar dike ku xebatên wê di din her şert û mercan de berdewam dikin, wiha dibêje: "Divê jin ji xwe bawer bin."

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Jinên ku tevî gelek astengiyan di gelek qadên jiyanê de cih digirin, serkeftinên girîng jî bi dest dixin. Yek ji wan rahêneran Înam Abû Qaynis a ji Xezayê ye. Înam Abû QAynis a ku li Kulûba Al-Nasr Ereb jin û zaroken keç di werzîşên beyzbol û sotbolê de perwerde dike, wiha got: “Beşdarbûna jin ya di werzîşê de bi gelemperî ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin. Lê di pêvajoyên dawî de malbatên li Xazeyê ji bo tewşîkkirina zarokên xwe ya qada werzîşê piştgirî didin. Em ji ber vê bihîşmedîbûna di nava malbatan de gelekî kêfxweş in.”

Înam Abû Qaynis diyar kir ku ew cara yekem bi bezînê dest bi werzîşê kiriye û wiha got: “Min sê sal û nîv di qada bezê de antremanek xurt kir, paşê berê xwe da beyzbolê. Min di sala 2017’an de ji bo werzîşên nû yên wekî bayzbal û softbol komeleyek ava kir. Min tîmên antreman yên ji zarokên keç pêkte, avakir û pêşketinan wan şopand. Tevî nerazîbûna malbatan jî tevlîbûneke mezin pêk hat.”

Werzîşvana jin ji aliyê malbata xwe ve hat asteng kirin

Înam Abû Qaynis a bal kişand ser sînordarkirina rêwîtiyê yên ji bo jin û zarokên keçan, bi van gotinan behsa pirsgîrekên jiyî kir:” Jineke ciwan a 19 salî di werzîşê de serkeftinên mezin bi dest xist. Ji ber vê yekê me xwest di pêşbirkên navneteweyî de nûnertiya Filistînê bike, lê malbata wê red kir. Hinceta wan jî ew bû jin û zarokên keç nikarin bi tenê rêwîtiyê û di vê mijarê de sînordarkirin hene.” Her wiha bal kişand ser pirsgirêkên wan.

Xebatên me di her şert û mercan de berdewam dike

Înam Abû Qaynis, di sala 2018-2020’an de Lîstikvana Herî Baş ya Beyzbolê û di sala 2019’an de hejayî Xelata Lîstikvana Qrala Gol ya Lîgê hat dîtin. Ji bo jinên ciwan ên temana dinavbera 12 û16 salî de 9 tîmên beyzbolê perwerde kirin. Înam Abû Qaynis ji bo astengên qalibgiran hilweşîne van werzîşên nû derbasî dibistanan kir. Li Şerîda Xezayê 19 tîmên beyzbol û soflbolê ya Klûbên werzîşê hene. Di 13 kluban de werzîşvanên jin ên ciwan cih digre. Înam Abû Qaynis a destnîşan kir ku kêmasiya alav û amûran heye, wiha dibêje: “Em wek welatên din ne xwediyê amûra ne. Ji bilî vê li dijî jinan qedexeya dervayî welat jî heye. Ev hemû li pêşiya me wek astengî disekne, lê em xebatên xwe di bin her şert û mercan de berdewam dikin.”

“Divê jin girîngî nedin tiştên ku civak ferz dike”

Înam Abû Qaynis diyar kir ku di Federasyona Fîlîstînê de 4 jin cih digre û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dema min yekem car dest bi werzîşê kir rastî zordestiyê hatim û bûm mijara tinazan. Li gorî civakê tenê mêr dikarin werzişê bikin. Lê ez ji ber piştgirî û teşwîqkirina malbata xwe, bûm seroka Komîteya Beyzbolê ya Kulûba Al-Nasr Ereb. Paşê gav bi gav di dîroka werzîşa jinan de min cih girt. Divê jin ji xwe û armancên xwe bawer bin. Divê jin girîngî nedin tiştên ku civak ferz dike.”