Dîroka werzîşa jinên Îranê

Dîroka werzîşa jinan li welatê Îranê di salên 1927’an de bi awayek fermî destpê dike. Dema jinên ciwan li dibistanan dest bi xwendinê dikin pêre jî cihê xwe di beşên werzîşê de digirin.

Navenda Nuçeyan - Di sala 1917’an de beşek ji jinên ciwan ku diçûn dibistanê, li dibistanê  dest bi werzîşê kirinê. Ev yek bû sedem di sala 1927’an de zagona werzîşa jinan li dibistanê derket. Di sedsala 20’an de cara yekem jinên Îranê beşdarî pêşbirkên werzîşî bûn. Ev yek bû sedem ku rê li ber jinên Îranê vebe ji bo bikarin biçin welatên dinê. Beriya damezarandina Rajîma Îslamî ya Îranê, di gotin bila jin werzîşê nekin. Herçendî hêjamara jinên werzîş dikin kêm jî be jin karin bejdarî pêşbirkên werzîşî bibin û bibin yekem. Pîştî avakirina rejîma Îslama Îranê demek zor û zehemet ji bo werzîşa jinan destpê kir. Bi taybeta di salên 1980’an de di dema şerê Îaran û Îraqê de, qet behsa werzîşa jinan ne dihat kirin. 
Ji bo jinên werzîşvanên Îranê sala zêrîn
Di sala 1991’an de werzîşa jinan destpê kir. Rê hat dayîn ku jin bejdarî pêşbirkên werzîşî yên di nava welat û derveyî welat de bibin. Di nava wan salan de werzîşa jina ya Satrancê destpê kir û pîştî wê jî jinan dest bi werzîşa Tekvando û Fotbolê kirin û karin êdî beşdarî pêşbirkên cîhanê bibin. Di sala 2010’an de gelek jinên Îranê di pêşbirkên werzîşê yên cîhanê de xelatên zêr girtin. Ev sal ji bo werzîşvanên jinên Îranê bû salek zêrîn.
Jina ciwan a xelata werzîşê girtî: Kimya  
  
Kîmya Elî Zade ya temenê wê 20 saliye û li bajarê Kerce ji dayîk bûye, heta niha şeş xelat ji pêşbirka Takvando bi dest xistiye. Xelata herî giring ya Bironz di sala 2017’an de girt. Di heman salê de di pêşbirkekê de xelata zêr girt. 
Xwediya xelatên zêr, zîv û bironze: Îlham
Îlham Mensur a temen 27 saliye û ji bajarê Esfehanê ye, sala 2010’an di pêşbirka cihanê de xelata zêr girt. Pîştre di leyistokek a 2010’an de xelata zîv û di leyîstoka sala 2014’an de jî xelata bironz bi dest xîstiye. Bi gîştî Îlham xwedî sê xelatên zêre, sê xelatên zîv û dû xelatên bironze ku di pêşbirkên werzîşî yên cîhanê de bi dest xistiye. 
Zehra xwedî yekem xelata têrhawêja Îranê ye
Zehra Nîmet ya temenê wê 34 saliye û li bajarê Gulbaf ya ser bi parêzgeha Kirmanşah ji dayîk bûye. Yekemm jina Îranê ya xelata zêr di leyîstoka têrhawêj ya wî welatî de bi dest xîstiy e. Zehra di pêşbirka cîhanê de sê xelatên zêr û yek xelata bironz girtiye.
Leyîstokvanek di pêşbirka qeretê de 14 xelatên zêr girtiye
Hemdiye Ebas Elî ya temenê wê 30 saliye û li bajarê Tahran ji dayîk bûye. 14 xelatên zêr, 8 xelatên zîv û 11 xelatên bironz di pêşbirkên qeretê de wergirtiye.