Dilxweş Abdullah di werzîşê de bû yekemîn

Jinên Ranyayê yên beşdarî qada werzîşê dibin, di pêşbaziyan de cihê xwe digrin û di vê qadê de bi pêş dikevin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn - Dilxweş Abdullah werzîşvana bedenê ye û xelkê Ranyayê ye. Gelek kêfxweş e ku bi hêza xwe dikaribûye beşdarî çend pêşbaziyan bibe û li herêma Kurdistan û Iraqê pileya yekem bi dest bixe. 

Dilxweş beşdarî pêşbaziyên werzîşa bedenê ya Iraqê bûye û sê caran asta yekemîn bi dest xistiye, beşdarî pêşbaziyên asayî jî bûye û asta bilind bi dest xistiye. Di pêşbaziyên cîhanî de cihê xwe girtiye û asta sêyem bi dest xistiye. Îsal ji weke jina herî bi hêz a Iraqê hatiye destnîşankirin û di nava sê kesên yekemîn de asta yekem bi dest xistiye.

‘Dawî li hêz û xwestekên xwe neynin’

Destpêkirina werzîşê ew bû ku bavê wê dema li malê werzîşê dikir ji bo tendirustiyeke baş, Dilxweş  Abdullah jî biryar dide ku dest bi werzîşê bike û asta xwe bi pêş bixe. Dilxweş Abdullah diyar kir ku li ruxmê hemû gotinên civakê jî dest ji werzîşa ku jê hez dike, berneda û der barê beşdarbûna jinan di qada werzîşê de wiha got: “Gelek jin hene di qada werzîşê de lîstine û beşdarî pêşbaziyan bûne lê belê heta dawî berdewam nekirin. Gelek jinên din hene ji ber gotinên civakî nikaribûn kêrhatî û hêza xwe heta dawiyê bidin nîşandan. Peyama min ji bo jinan ew e ku bê tirs bin û dawî li hêz û xwestekên xwe yên ku ji bo wan dibin asteng neynin û li pey daxwazên xwe bimeşin.”