Di rakirina giraniyê de serkeftina Perisa Cehanfikriyan

Lîstikvana Îranî ya Perisa Cehanfkriyan bi serkeftina xwe ya rakirina giraniyan beşdarî pêşbaziyên Olmpiyadan ên Tokyo yê dibe.

Navenda Nûçeyan - Werzişvan Îranî Perisa Cehanfikriyan bi serkeftina rakirina giraniyê qerta beşdarbûna olimpiyadan girt û weke yekem jina ji Îranê dê di vê pêşbaziyê de li ser asta cîhanê bilîze. Pêşbazî dê 23 yê Tîrmehê li Tokyo yê despê bike.
Komeleya Werzîşvan û Komîteya Olîmpiyadê ya Neteweyî ya Samoa piştrast kirin ku bi fermana hikûmetê sê kes ji tîma rakirina giraniyê hatine derxistin.
Perisa Cehanfikriyan 4’ê Nîsana 1995 ji dayik bûye û endama tîma netewiya Îranê ya bilindkirina giraniyan ji bo jinan e. Di pola A 78 de cîhê nehemîn girt û gelek caran biserketiye. Bi serkeftinên xwe sê medalyayên zêr girtiye.