Di madalyayên Lîstikên Deryaya Spî de Cezayîr di nava welatan de di rêza yekem de ye

Hejmara madalyayên Cezayîrê di pêşbirkên Deryaya Spî de bûn 12 ku di nav wan de 6 madalyayên zêr jî hene.

NECWA RAHÎM

Cezayîr - Piştî rawestandina çalakiyan ji ber pandemiya koronayê, şampiyoniya werzîşê ya Deryaya Spî ya nozdemîn di 25'ê Hezîranê de li bajarê Oran ê Cezayîrê dîsa dest pê kir. Lîstikên Deryaya Spî wê heta 5'ê Tîrmehê bi beşdariya 26 welatan berdewam bikin û di nava 10 rojan de zêdetirî 4 hezar werzîşkar di 24 werzîşan de pêşbaziyê bikin. Hejmara madalyayên Cezayîrê di pêşbirkên Deryaya Spî de bûn 12 ku di nav wan de 6 madalyayên zêr jî hene.

Di pêşbirka voleybolê ya jinan de Misirê, Tûnis bi 3-1)têk bir, Îtalyayê Cezayîr bi 0-3 têk bir. Di pêşbirka tenîsê ya jinan de Yasmîn El-Qebac a Mexribî Înas Îbo ya ji Cezayîrê têk bir. Hana Cûda ya Misrî di tenîsa maseyê de Anna Tovant a ji Slovenya (4-0) têk bir. Di pêşbirka boksê de Fatima Abdulqadir a Cezayîrî Wîdad Bertal a Mexribî têk bir, Yumna Eid a Misrî Mariya Kondî ya ji Spanya têk bir.

"Lîstikvanên Cezayîrî xwedî jêhatîbûn û şiyanên mezin in"

Lîstikvana Tîma Neteweyî ya Cezayîrê Mîlîsa Nesrî der barê beşdarbûna xwe ya di lîstikên Deryaya Spî de wiha got: "Ev cara yekem e ku ez beşdarî lîstikên Deryaya Spî dibim. Bi serkeftina şahiya vekirinê, bi riya destpêkirina çalakiyên 19'emîn ên lîstikên Deryaya Spî bi rêk û pêk, gelek serbilind im. Tê zanîn ku pêşbirkên navneteweyî hene û ji ber vê yekê asta lîstikvanên din pir bilind e. Lîstikvanên Cezayîrî jî ji bo ku di hemû werzîşê de encamên baştir bidin û madalyayan bi dest bixin, xwedî jêhatîbûn û şiyanên mezin in."

"Ger em bi ser bikevin em ê derbasî maçên ferdî bibin"

Hena Salim der barê beşdarbûna xwe ya di pêşbirkên komê yên jinan de di spora jîmnastîkê de wiha got: "Pêşbirk baş derbas bûn û ger em bi ser bikevin em ê derbasî maçên ferdî bibin."

Lîstikvana Fransî- Cezayîrî Cîna Lewarî ku madalya zîv bi dest xist kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna bo yekem car li welatê xwe di şampiyoniyê de anî ziman.

"Em xwe ji bo pêşbirkên şampiyoniya Afrîkayê ya 2024'an amade dikin"

Lîstikvana Tîma Neteweyî Sofiya Nayîr diyar kir ku ew berê di Tîma Neteweyî ya Fransayê de dilîst û wiha got: "Beriya çar salan ez tevli Tîma Neteweyî ya Cezayîrê bûm. Em xwe ji bo pêşbirkên şampiyoniya Afrîkayê ya 2024'an amade dikin."