Bîsanê di temenê biçuk de serkeftinên dîrokî bi dest xistiye

Bi bawerî û îradeyek mezin keça 10 salî ya bi navê Bîsan Şêrî lîstikvana tenisê ya Lubnanê ye da ku xwe bigihine leyîstokên Olîmpiyadê gavên mezin di avêje.

KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd- Li Lubananê gelek curên leyîstokan tên leyistin, gelek ji wan jî hîna di temenê biçuk de detpê dikin, yek ji wan keçikên hina di pênc saliya xwe de beşdarî lîstika tenis bûyî Bîsan Şêrî ye, ew bi xwe di nava koma tenîsê de ji hemûyan biçuktire. Bi xwe dide diyarkirin ku bi leyistina Tenisê ji ber ku welatê xwe temsîl dike gelek keyfxweşe û di heman demê de perwerdeya xwe ji di domîne.
 “Di pênc saliyê ve ez bejdarî tenisê bûm”    
Bisan Şerî di destpêka axaftina xwe bi bîr dixwe ku ew bi biryara bavê xwe bejdarî Biryara beşdarî Yekêtiya Lubnanî a lîstika tenis dibe û wiha behsa bejdarbûna xwe ya tenisê dike û dibêje: “Bavê min hertim dixwest ez bibim şampiyon ji ber wê biryar da ku ez bejdarî lîstika tenisê bibim. Ji pênc saliyê ve ez bejdarî tenisê bûm. Wê demê bavê min bi min re gelek bû alîkar da ku ez jêhatiyên xwe bi pêşbixim. Min pênc caran rêwitî kir da ku ez bejdarî olimpiyatên ji derve bibim. Dema temenê min heft salî bû ez çûm Misir, pişre car din ez çûm Misir da ku beşdarî olimpiyatan bibim. Ji derveyî wan ez beşdarî olimpiyatên li Urdun, Seltenit, Umen û Qobros bûm. Ez gelek keyfxweşim ku ji ber ez Lubnanê temsîl dikim û hevî dikim ku di olimpiyatan de bi ser bikevim.”
 “Perwerde tu bandorê li ser xwendina min nake”
Bîsan balê dikêşe bandora perwerdeya wê li ser leyistoka wê û wiha dom kir: “Di nava heftiyê de ez pênc rojan perwerde dibînim, herdu rojên din yên navber jî ez li malê perwerde dibînim, sê rojan jî bavê min li gel min tê ez bejdarî perwerdeya leyistinê jî dibim werzîş û perwerde tu bandorê li ser xwendina min nake. Di destpêkê de ez xwendina xwe diqedînim  pişre perwerde dibim. Hewl didim ku di xwendin û werzîş de serkeftî bim. Cûrên werzîşê yên   weke  Cimbaz, avjenî, Taykonido jî fêr dibim û ev werzîş jî di rojên hefteyê de dabeş dikim. Ev werzîşan dibin alîkar ku laşê min  xurt bibe da ku di tenisê de hêj zêdetir pêş bikevim.”
“Min di leyîstoka tenisê ya Lubnanî de serkeftinek dîrokî qezenc kir”   
Bîsan Şêrî dide zanîn ku ew xwişka xwe ya bi navê Pêla ya pênc salî perwerde dike û wiha dibêje: “Em li hember hev pêşbaziyê dileyizin û dema ku em dilîzin ez jê re dibêjim ka çawa lêdanên xwe vegerîne. Ez bi bavê xwe re pêşbaziyê dikim û her dem bi ser dikevim. Dema ez di pêşbaziyekê de bi binbikeve gelekî aciz dibim. Lê belê carek din ez hêza xwe kom dikim da ku di yên din de biserbikim. Min di leyîstoka tenisê ya Lubnanî de serkeftinek dîrokî qezenc kir.
 “Rola mezin dikve ser milê malbatê”
Bi gelemperî malbat jêhatî û behremendiyên zarokên xwe dibînin. Lê Bîsan Şêrî ne tenê behremendî hat dîtin jê zêdetir ew jêhatî hat pêşxistin. Bavê Bîsan Wîsam Şêrî dibêje; “Zarok wek hevîrin, dikarin werzîşê fêr bibin, lê belê perwerde roleke mezin dilîze da ku zarok jêhatîtir bibin. Hin zarok dikarin bibin şampiyonên xwe cihî hin jî dibin yên cîhanî. Behremendî gelekî dibe alîkar. Lê belê rola mezin dikve ser milê malbatê da ku ji zarokên xwe re pilansaziyekê amade bike û li ser wê yekê pêşerojê ava bikin.”
 “Ez hewl didim ku jêhatiyên lîstikvanan pêş bixim”  
Wîsam Şêrî dide diyarkirin ji ber ew bi xwe leyistoka tenisê di leyize û ji vê lîstokê gelek hez dike, daxwaz dike her çar keçên wî di vê leyîstokê de jêhatî bin û wiha got: “ Xewna ku ez dikarim ji bo xwe pêk bînim, dixwazim ji zarokên xwe re pêk bînim. Zaroktiya Bîsan hemû bi lîstoka tenis ve girêdayî bû. Bîsan bi min re dihat werzişgehê da ku pêşbaziyan bişopîne, bi vî rengî ew fêrî leyîstokê bû. Keça min Pêla ya pênc salî ew jî ji xwişka xwe Bîsan fêrî leyîstokê bûye û her roj delîze. Ez hewl didim ku jêhatiyên lîstikvanan pêş bixim lê piranî caran malbat bi mere nabin alîkar. Ji ber vê ez pirsgirêkên ku bûye 12 sal in di vî warî de dijî paşguh dikim û ji tecrubeyan sûd digrim da ku bi keçên xwe re nekevim şaştiyan.”
 “Ev dû salin piştgiriya kesê nakin”
Wisam Şêrî di derbarê alikarî û piştgirya dewletê ji tenis re ew wiha ve dibêje: “Wezareta ciwan û werzîşê bi salan e pîştgirî daye heftê an heştê milyonan kes yên vê yektiyê. Lê ev dû salin piştgiriya kesê nakin, her wiha wezaretê bi salan bi deh milyonan alîkarî da yaneya EL-Ehlî EL-Xiyem. Lê êdî ev pere têrê nake, ji ber ku her pêşbirkek ji derveyî Lubnanê ji bo Bîsan Şêrî û rahênerê wê hewceyê 2000 dolara ne, da ku bighêje asta yekemîn di cîhanê de. Di nava salê de hewceye pênc caran rêwîtiyê bike û butçeya vê rêwitiyê ji digihije 10 hezar dolaran. Bîsanê bi destxistina asta heftemîn serkeftinek dîrokî bi dest xist û da ku sala din jî bi serbikeve hewceye beşdarî pênc pêşbirkên navdewletî bibe.”
 “Armanca ewe ku Bîsan bibe leyistokvana herî biçûk”
Bavê Bisan Şêrî herî dawi wiha behsa serkeftinên keça xwe dike: “Rêwîtî û beşdariyên navdewletî sînorê tirsê li gel wê dişkîne, lê seknandina cîhanê ji pêşbirkan re hişt ku asta lîstikvanan di hemû warên werzîşê de lawaz bike. Min ji Bîsanê re bernameya armancan danî pêşiya wê bi van bernameyan serkeftin bi şampiyoniya ereb dest pê kir, piştre ya rojavayê Misir, ya EL-Firankfoniye, Deryaya navîn û herî dawî Olîmoiyada. Me ji niha ve dest bi amdekariyan ji van pêvajoyan re kiriye. Armanca min ew e ku Bîsan bibe leyistokvana herî biçûk ku bejdarî olimpiytan bûye û bi serketiye.”