Bi awayê serkeftî rêveberiya tîmeke Ewropayê dike

Merwa Îd Abdel Melîk yekem lîstikvana Misirê ye li Ewropayê. Ji ber ku salona werzîşê ya bi navê Nîs a Fransayê ji hêla jineke ji taxa Seyda Zêneb a Qahîreyê ve, tê birêvebirin her kes pê serbilind e.

NÊRMÎN TARIQ
Qahîre – Merwa Îd Abdel Melîk yekem lîstikvana ji Misirê ye û li Ewropayê dilîze. Merwa behsa serpêhatiya xwe ya li Fransayê û zehmetiyên ku pê re rû bi rû bûye dike û wiha dibêje: "Destpêkê ez li Navenda Ciwanan a bi navê Zeynhum bûm, piştre di sala 1997'an de çûm salona werzîşê ya El-Ehlî û dema ez li salona El-Ehlî bûm min tu şampiyoniya xwe winda nekir, her tim ez bi ser diketim. Di sala 2010'an de ez çûm Fransayê piştî ku min hêviya xwe ji damezrandina tîmek hendbol a jinan li Misrê, qut kir. Min dixwest di asta navneteweyî de serkeftinek bi dest bixim."
Merwa diyar kir ku wê gelek serkeftin bi dest xistine û wiha pê de çû: "Ji ber rêbazên nû yên perwerdeyê, ez pir bi pêş ketim û delîlê vê yekê ew e ku ez ji asta sêyemîn derbasî asta duyemîn bûm û piştre gihîştim asta yekemîn."
Berpirsyarên li Misirê ji qabiliyeta lîstikvanên jin nebawer in
Der barê hewcedariyên ji bo hebûna tîmek jin di olîmpiyatan de, Merwa wiha got: "Ji bo ku tîma hendbol a jinan di Kûpaya Cîhanê an olîmpiyatan de hebe, ji me re piştgiriya aborî û medyayî hewce dike. Mixabin, berpirsyarên li Misrê ji qabîliyetên lîstikvanên hendbolê ên jin bawer nakin. Di asta hendbolê de, ji me re kesayetek ku piştgiriya me bike hewce dike, wekî Dr. Seher El-Hewara ya ku piştgiriyê dide futbola jinan."
Merwa anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a ku pê re rû bi rû mabû tenebûna tîmek hendbolê ya jinan bû û wiha berdewam kir: "Gel pratîka werzîşê ya jinan qebûl nake. Dema ku ez hatim Fransayê, di destpêkê de min pir zehmetî kişandin, ji ber adet û kevneşopiyên wan ên cuda û her wiha ji ber ku min zimanê Fransî jî nedizanî. Malbatek ji Tûnisê ez wekî keça xwe hesibandim û têkiliya min bi wan re pir xurt bû. Bi derbasbûna demê re kesayetiya min ber bi awayê erênî û baştir ve hat guhertin."
Yekem jina Ereb e ku rêveberiya tîmeke Ewropayê dike
 Merwa da zanîn ku hevkarên wê jê re namzed dan ku ew tîmê bi rê ve bibe û wiha pê de çû: "Heyranên tîmê min pîroz kirin, ez rastî tu nijadperestiyê nehatim û bertekan ez pir kêfxweş kirim. Ez kaptana tîma El-Ehlî bûm lê rêvebirina tîmek Fransayê berpirsiyariyek pir mezin e û ew ji rêvebirina tîma El-Ehlî pir cuda ye. Min mafê xwe yê medyayê wernegirt, her çend ez yekem jina Ereb im ku rêveberiya tîmeke Ewropî dike lê ez li navdariyê nagerim."
Heta hûn sax bin dev ji xeyalên xwe bernedin
Merwa banga peydakirina piştgiriyê ji bo damezrandina yekem tîma hendbol a jinan kir û wiha berdewam kir: "Ev xewn û xeyala min e ku di Kûpaya Cîhanî û Olîpiyatên Cîhanê de tîma hendbol a jinan a Misrê bibînim."
Merwa piştrast kir ku bi piştgiriya malbata xwe gihîştiye vê astê û wiha got: "Malbata min piştgiriya min kirin û hiştin ku ez werzîşê bikim. Ji xeynî hendbolê min fûtbolê jî lîst."
Di dawiya axaftina xwe de Merwa peyamek ji hemû jinên Misrî re şand û wiha got: "Heya nefesa xwe ya dawî jî dev ji xewnên xwe bernedin û nehêlin ku tu kes xewnên we hilweşîne."