Astengdariyê napejirînim ji serkeftin û jiyanê bawer dikim

Reşa El-Şêx ku di werzîşê de hilgirtina giraniyan tercîh kiriye, da zanîn ku bi lîstikên hêza fîzîkî ew fêrî israr, hêz, biryardarî û sebrê bûye û dibêje: “Min ji xwe re ev hemû wekî serkeftin didît. Her ku ser diketim hîn zêdetir hewldanên min çêdibûn.”

EMANÎ EL-MANÎ
Dimişq – Reşa EL-Şêx lîstikvana tîma niştimanî ya werzîşên taybet a Hêzên Fîzîkî ye. Ew keseke wisa ye ku kêmasiyan qebûl nake li hemberî astengdariya xwe ya bedenî û nêrîna civakê li ber xwe da. Ajansa me bi Reşa EL-Şêx re hevpeyvîn çêkir.
We kengî û çawa dest pê kir?
Temenê min 22 salî bû, min li salona karkeran, li Dêrezorê dest pê kir. Wê demê rahêner Muhemed Esker pêşniyar kir ku ez di salonê de perwerde bibim ji ber ku hemû lîstikên werzîşê tê de hebûn. Ev yek ji bo min wekî piştgirî bû, dema ku min lîstikên girêdayî astengdaran dît ez gelek kêfxweş bûm ku ew jî 9 lîstik bûn. Ji wan goga destan, avjenî û hwd. Min ji wan lîstikan, hildana giraniyan a ku dikeve çarçoveya hêza fizîkî hilbijart. Min dikaribû 50 kîlo hilgirta ser milên xwe. Di wê demê de tesaduf hilbijatina Tîma Niştimanî ya Werzîşên Taybet a ji bo kûpa yan kaseya cîhanê li Îmarat hebû, ez di gelek ezmûnan re derbas bûm û tê de bi ser ketim piştre tevli kampa Şamê bûm û di pêşbaziya kaseya cîhanî de ku li Îmaratê bû di sala 2000 î de min karîbû bajarê Sûreyeyê temsîl bikira.
We çawa dikaribû behreyên xwe bi pêş bixin û serkeftinên xwe zêde bikin?
Ya yekem min xwe spart xwarina guncaw û hevseng, bi gelek tatbîqên xurtbûnê rabûm, bi sîstem tev digeriyam, min xwarina ku hêz dide mirov her tim dixwar ji ber ku ew xwarina Yekitiya Werzîşê pêşkêşî me dikir têr nedikir. Ji ber rewşa aborî ku bajar tê re derbas dibe buhayê sebze û fêkiyan gelekî buha ye, ev yek jî barê me û yekitiyê mezintir dike.
Piştî ku min xelata zêrîn di kaseya cîhanî de li îmaratê di sala 2000’î de bi dest xist êdî beşdarbûn û serkeftinên min zêde bûn. Vê serkeftinê ez şareza kirim ku beşdarî ya li Rojhilata Navîn a Efrîqayê ku li Urdunê di sala 2002’yan de hat lidarxistin bibim. Di encamê de min karibû xelata zêrîn bi dest bixista her wiha bi riya beşdarbûna min ji lehengiya cîhanê li Koreya rojava di sala 2006’an de ku giraniya wê 117 kîlo bû min girt ser milên xwe, min xelata Bronzî wergirt. Piştre şarezayî Olîmopiyed Bekîn di sala 2008’an de bûm û li wir min 120 kîlo rakir. Her wiha di sala 2014’an de min xelata zêrîn a Asyayê û di sala 2015’an de li Misrê ya zîv a welatên Ereb wergirt ku herî dawî jî di kaseya cîhanî de li Malezyayê min xelata zêrîn wergirt.
Tu çi bersivê didî wan kesên ku dibêjin hin werzîş ji bo jinan ne guncaw in?
Ewqas sal bû ku civak bi awayekî şoq û matmayî li karên jinan ê werzîşê mêze dike lê bi pêşketina werzîşê re û qebûlkirina tevahî cîhanê ji serkeftinên ku jin bi dest dixe êdî şopdar û piştgirên jinan çêbûn. Jin jî xwedan vîn û bawerî ne.
Pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya te derketin çi bûn?
Destpêka karê min li bajarê Dêrezorê bû. Karê ku min ji bo xwe dikir hinekî ji kesên herêma rojhilatî re biyanî dihat ku çawa jinek xwedan hewcedariyên taybet dikare giraniyan hilde ser milên xwe lê li kêleka van astengiyan min piştgirî ji bav û diya xwe dît û heta roja îro jî piştgiriyê didin min û bi serkeftinên ku ez qezenc dikim gelekî kêfxweş dibin.
Her wiha min zehmetiya riya di navbera mal û salona ku ez tê de perwerde dibûm dît lê Yekitiya Werzîşê ji min re ev yek çareser kir. Ya ku îro em zehmetiyên wê dikşînin peydakirina pêdiviyên xwarinê ye, li dewletên cîhanê ji lîstikvanan re bi awayekî xwezayî piştgirî tê dayîn lê li Sûriyeyê tevî ku destek didin jî dîsa kêm e. Em hêvî dikin ku jî piştgiryeke taybet bidin me jî wekî hemû lîstekvanên cîhanê.
Tu çawa karibûyî lîstikên hêzên fzîkî ji werzîşê veguherînî şêwaza jiyanê û serkeftinên ku tu xwe jê re amade dikî da ku beşdarî wan bibî çi ne?
ku serkeftinên mezin qezenc bikim, ji bo serkeftina li welatên Ereb, Asya û olîmpiyata cîhanê.
Ez niha xwe ji serkeftina kaseya cîhanê ya ku dê di dawiya Gulana 2021’ê de were lidarxistin amade dikim. Piştre jî ji ya ku dê li Corciyayê di heman mehê de were li darxistim amade dikim.
Her wiha ez ê beşdarî sêyemîn kaseya cîhanê ku dê di Hezîrana 2021’ê de were lidarxistin bibim.