Asiya Rizêqî dixwaze ala Mexribê bilind bike

Keça Mexribê Asiya Rizêqî ya 25 salî li ser pêvejoyên xwe yên yekem ên vedîtina behremendiyên xwe yên werzîşê wiha dibêje; “Dema ku min qonaxa seretayî dixwend, ez beşdarî pêşbirkên ku dibistanê organîze dikir dibûm. Her dem ez diketim refên pêş.”

HENAN HARIT
Mexrib- Wê nehişt ku nexweşiya koronayê bandorê li kesayet û derûniya wê bike, di dema karantînaya ku bandorê li gelek keçên Mexribê kir, werzîşvan Asiya Rizêqî dest ji werzîşa xwe berneda û xwendina xwe ji dûrî ve domand.
Piştî ku karantîna rabû ew bi bawerî derket ku navê xwe di nav kesên mezin de tomar bike wê di şampiyoniya welatên Ereb a 22 Atletîzmê de ku li Tûnisê bi dawî bû, madalyaya zêrîn bi dest xist. 
Di qada atletîzmê de
Di her cara ku dikeve pêşbirkê de û dema ku lingên xwe dide jor qada bi cesaret, çavên wê her li xêza gihîştinê ne. Dema ku zembûr lê dide ew bi lez baz dide, xwêdana wê li ser rûyê wê diniqute, ew hemû sînoran derbas dike bi lez diçe da ku hemû lîstikvanan derbas bike û têkeve refên pêş, bi vî awayî ew hilkişîna ser sehneya El-Bodyom misoger dike. 
Keça Mexribî Asiya Rizêqî ya 25 salî li ser pêvejoyên xwe yên yekem ên vedîtina behremendiyên xwe yên werzîşê wiha dibêje; “Dema ku min qonaxa seretayî dixwend, ez beşdarî pêşbirkên ku dibistanê organîze dikir dibûm. Her dem ez diketim refên pêş. Zarokatiya min wek zarokên din normal bû, xema min tekane lîstik bû, min gelekî ji bazdanê hez dikir. Bavê min dît ku ez gelekî girîngiyê didim vê werzîşê, ez li kompleksa werzîşê ya EL-Emîr Ebdallah li bajarê Rîbat ê Mexribê tomar kir da ku ez hemû enerjiya xwe li wir vala bikim. Belkî wî dizanibû ku ez ê bibim pisporek.”
Tevlibûna tîma neteweyî 
Behremendiya Asiya Rizêqî û pêşketina wê ji astên mezin re di dema perwerdeyê de, hişt ku her kes li wê binêre û di sala 2015’an de ji bo beşdarbûna di nav tîma jinan a atletîzmê re hat vexwendin, ii vir geşta wê dest pê kir.
Wê karibû rekora 27’an bişkîne, bi vî awayî di şikandina rekora neteweyî ya 100 metreyî de di  şampiyoniya Afrîka Atletîzmê ya 2016’an de, bû werzîşvana herî bi lez di dîroka Mexribê de.  
Ji ber ku her dilsoz xwedan şansek e, Asiya Rizêqî di şampiyoniya Ereb de ji bo sala 2017’an hat cudakirin, ji ber ku wê karîbû di pêşbirka 100 metreyî de madalya zêrîn bi dest bixe piştî ku pêşbirk di demeke 11.63 saniyeyan de birî. Her wiha wê di pêşbirka 400 metreyî de xelata zêrîn wergirt ku çalakiyên wê di 20’ê Hezîranê de li Tûnis bi dawî bû. Ew niha hewl dide navê Mexribê derbasî nav welatên pêşeng ên atletîzmê bike. 
Xwendina beriya werzîşê
Li kêleka serkeftina xwe ya di werzîşa bazdanê de, ew di xwendina xwe de jî li pêş e. Di sala yekem de xwendina xwe ya doktorayê didomîne û di rêveberiya werzîşê de master jî dike li ser vê yekê jî dibêje: "Min dixwest xwendina xwe temam bikim, niyeta min tunebû dev ji xwendinê berdim lê  hezkirin û hêviyên min mezin bûn, cudahiyek di navbera lîstikvanên xwendî û nexwendî de heye. Jin dikarin di civakeke desthilatdar de xwe bidin îsbatkirin û hemû şert û mercan derbas bikin serkeftinê di jiyana xwe ya takekesî û pîşeyî de pêk bînin.”
Li ser pêkhatina xewna xwe jî wiha dibêje; “Ez dixwazim ala welatê xwe di olombiyata 2024’an de hildim û dixwazim hilkişim ser sehneya El-Bodiyom.
Der barê hesta xwe ya beşdarbûna civînên werzîşê de jî wiha dibêje; "Dema ku ez beşdarî civînên werzîşê yên navneteweyî dibim gelekî diltirs dibim, ne ji ber ku baweriya min bi min tune ye, di rastiyê de ez nizanim vê hestê bînim ziman. Ev hesteke di navbera kêfxweşî û diltirsiyê de ye. Hesteke tevlihev e her bi min re ye, ez difikrim dê çawa pêşbirkê bi dawî bikim û ala Mexribê hildim.
Werzîşvana Mexribî Asiya Rizêqî di dawiya axaftina xwe de got; "Jina Mexribê dilsoz e û divê ku bi xewnên xwe ve girêdayî be da ku pêk bîne divê ku tevahî jin li hemberî adetên civakî bisekinin û bigihîjin armancên xwe.”