Şîlan Yûsif a di kickboksê de gelek xelatan girt: Bi îsrar bin

Şîlan Yûsif a li bajarê xwe Dêrikê yekem lîstikvan û rahênana spora kickboksê ye ku gelek şampiyonî li Sûriyeyê bi dest xistine, behsa serkeftinên xwe kir û ji bo jinên ciwan got ku dev ji pêkanîna xeyalên xwe bernedin, bi îsrar bin.

EBÎR MUHEMED

Dêrik - Şîlan Yûsif lîstikvana spora kickboksê ye ji bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Wê di sala 2012’an de dest bi kariyera xwe ya werzişî kir, lîstikavana tekwandoyê bû, di vê lîstikê de xwediya sertîfîkaya kembera qehweyî bû. Şîlanê vê werzişê de nedomand, ji ber ku gelek antrenoran ji ber rewşa li Sûriyeyê koç kirin an jî klûbên tekwandoyê girtin. Ji ber vê yekê di sala 2016’an de dest bi kickboksê kir. Şîlan li ser jiyan, jêhatî û rêwîtiya xwe axivî.

Şîlan Yûsiv da zanîn ku yekemîn jina ciwan a lîstikvana kickbokê bû li bajarê xwe ku rahênanî jî kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Min dikaribû hemû sertîfîkayên rengîn bi dest bixim her wiha min fêrnameya perwerde û dadberiyê ya nû, asta sêyan jî bi dest xist tevî gelek serkeftiyên din. Bêguman ev serkeftin hemû encama ked, hêz û îradeya bi salan e, di heman demê de piştgiriya malbatê ye.”

Beşdariya tûrnûvayan

Şîlan Yûsif bal kişand ser destkeftiyên xwe yên di lîstika kickboksê û tûrnûvayên ku beşdar bûye, wiha rêz kirin: “Ji ber şerê li Sûriyeyê, şert û mercên ku em tê re derbas bûn me dereng dest pê kir. Di sala 2018’an de min dest bi beşdarbûna şampiyoniya Sûriyeyê kir û şampiyoniya tîma neteweyî ya Sûriyeyê di sala 2019’an de. Her wiha di sala 2020 de ketim tîma neteweyî û min şampiyoniya komarê qezenc kir. Paşê Şampiyoniya Erebî ya Şerê Siya û tevî beşdarbûna zêdetirî 500 lîstikvanên jin û mêr, ez jî di nav her dehên destpêkê yên ku bi ser ketin de bûm. Jixwe ez yekem jî derketim li ser parêzgehê.

Di sala 2021 de beşdarî Şampiyoniya Komarê bûm û min bi zîv pileya duyemîn bi dest xist, a tîmê di rêza yekem de cih girt, ya herêma Cizîrê cihê yekem girt, Şampiyoniya Ereban zêr ji bo klûbên Ereban wergirt û di Şampiyoniya Tîma Neteweyî ya Ereban de madalyaya bronz min girt. Di sala 2022’an de pileya yekem di şampiyoniya tîma neteweyî ya Sûriyeyê de min girt. Şampiyoniya kickboksê ya 2023’an cihê duyemîn “Point Fight Style Silver” Şampiyoniya Komara Sûriyeyê. Herî dawî di sala 2024’an de, ew di Şampiyoniya K1 Style ya Kickboksê ya Sûriyeyê de bû duyemîn û di Şampiyoniya “Muay Thai” ya Sûriyeyê de bûm duyemîn û min madalyaya zîv girt.”

‘Jinên Kurd serkeftiyên mezin bi dest dixin’

Şîlan Yûsif diyar kir ku ew serbilind e ku jineke serkeftî ye û wiha pê de çû: “Tişta ku bû sedem ez werzîşê bikim ew bû ku bavê min lîstikvanê karateyê bû, min jê hez kir û ji zarokatiya min ve ew hobiya min bû. Bi taybetî jî weke civakeke Rojhilatî ji bo keçan zehmet e ku bi van werzîşan re mijûl bibin. Şansa min ew bû ku malbata min piştgirî da min. Mixabin di rojên min ên destpêkê de ji civakê nerazîbûn hebûn, nemaze ji ber ku ev werzîş tenê ji bo mêran dihat dîtin lê min xwest ji civakê re tekez bikim ku ev nêrîn şaş e.”

Şîlan Yûsif got ku ger jin bixwazin dikarin bikevin hemû qadan û wiha berdewam kir: “Helbet ev tişt girêdayî îradeya wan û hêza kesayetiya wan e. Ger xwedî biryar û îrade bin, tu tişt gere nebe asteng. Niha weke dema ku min di sala 2012’an de dest pê kir êdî zext û zordarî nemaye. Berevajî vê yekê em di vî warî de bi pêş ketine û li gorî salên pêşîn cudahiyek mezin heye. Niha lîstikên komî yên weke futbol, ​​voleybol û basketê hene. Jinên me li seranserê Sûriyeyê encamên berbiçav bi dest dixin û em bi wan serbilind in.”

‘Werzîş jiyan û huner e’

Şîlan Yûsif ji jinan daxwaz kir ku bigihîjin armancên xwe û got: “Pêşniyara min ji her jinê re ew e ku di bin bandora gotinên neyînî yên mirovan de nemîne. Ez keçên ciwan teşwîq dikim ku her cure werzîşê hîn bibin ji ber ku spor jiyan, tenduristî, huner, çêj û exlaq e. Spor me xweşik dike.”

‘Vê riyê bernadim’

Şîlan Yûsif destnîşan kir ku wê astengiyan derbas kiriye û li bajarê xwe bibe yekemîn werzişvan û rahênera jin û wiha bi dawî kir: “Ez ê vê riyê bidomînim ji ber ku ez bi xwe bawer im, ez ê bigihîjim armancên xwe. Hêvî dikim ku beşdarî tûrnûvayên derveyî welat jî bibim û bigihîjim armanca xwe ku di pêşerojê de bibim şampiyoneke cîhanî.”