Şaxo Rizgar ji bo parastina jîngehê perwerda piskilêtê dide jinên ciwan

Şaxo Rizgar a piskiletê weke dostê jîngehê binavdike, ji ber wê jî herî zêde ji rêwîtiya wê hezdike û sale bi wê diçe zanîngehê û tê.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Jina ciwan Şaxo Rizgar li Zanîngeha Helepçe beşa werzîşê temam kiriye gelek ji karanîna piskilêtê hez dike û niha ji bi awayek xwebexşane jinên ciwan hînî karanîna piskilêtê dike. Şaxo Rizgar diyar kir ku ew çar salan bipiskilêtê diçû zanîngehê û dihat û wiha domand: “Piştî ku min zanî bikaranîna piskeletê gelek bi sude, min biryar da ku berdewam bikim. Piskilêt dostê jingehê ye û ji bo tendirustiya mirov jî gelek bi sûde.” Şaxo Rizgar anî ziman ku armanca wê ewe ku bi karanîna piskiletê weke çandekê bê dîtin û hemû kes di jiyana rojane de piskiletê bi karbînin.
“Yek ji armancên min fêrkirina jinane”
Şaxo da zanîn ku divê bikaranîna piskilêtê weke çandekê lê were û wiha got: “Ev demeke ez jinan fêrî bikaranîna piskiletê dikim û di xwazim bi karanîna piskiletê weke çandekê lê were. Di nava heftiyê de 2 rojan ji saet 8 heta 12’ê nîvro li Navenda Werzîş û Lawan a Helepçe ez jinan fêrî bikaranîna piskilêtê dikim. Destpêkê min xwest hîn bibim û paşê bikaranî, piştre jî weke lîstokvan ez bejdarî mêhrîcanên piskilêtan bûm. Di meha 8’an de ez bejdarî mêhricana piskiletan bûm û min pileyek baş bi dest xist. Ez bang li jinên ciwan dikim ku berê xwe bidin bikaranîna piskilêtan. Ji bo tendirustiya mirov gelek başe û mirov ji hemû nexweşiyan diparêze.”