Şampiyona gureşê ya Misrî xwe ji Olîmpiyatên Parîsê re amade dike

Şampiyonê Misirî yê gureşê, Samar Hamza, xwe ji Olîmpiyadên Parîsê yên 2024’an re amade dike. Samar Hamza ya ku gelek serkeftinan bi dest xistiye û bûye mînak, desteka herî mezin ji dayika xwe girtiye.

NERMÎN TARIQ

Qahîre – Samar Hamza ya 27 salî, bi qereteyê dest bi sporê kiriye û tevî hemû zoriyên ku dîtine jî bûye şampiyona gureşê. Ji ber ku dixwaze xelata olîmpiyatê bigre, biryar da gureşê bike. Di sala 2021’ê de ji ber ku serkeftina ku dixwest di olîmpiyatên Tokyoyê de bi dest nexist biryar da dest ji gureşê berde lê piştî demek bi awayê bihêztir berê xwe da xebatê û îmze avêt bin gelek serkeftinan. Samar Hamza di sala 2021’ê de di Şampiyoniya Gureşa Serbest a Cîhanê ya 76 kîloyan de madalyaya bronz qezenc kir û di heman demê de bû lîstikvana yekem a Misirî gihîşt fînala cîhanê. Samar Hamza di sala 2021’ê de di Şampiyoniya Gureşê ya ku li Sirbistanê hat lidarxistin de madalyaya zîv qezenc kir.

Bi piştgiriya dayika xwe dest bi gureşê kir

Samar Hamza diyar kir ku di 13 saliya xwe de dest bi qereteyê kiriye û wiha domand: “Cara yekem min bi qereteyê dest bi sporê kir. Xeyala min ew bû ku ez madalyaya olîmpiyatê qezenc bikim lê di olîmpiyatan de qerete tunebû. Li ser vê yekê min biryar da gureşê bikim. Bêguman profesyoneliya gureşê wisa hêsan nebû, ez di merheleyên gelek zehmet re derbas bûm. Dayika min di vî warî de pir destek da min. Di sala 2016'an de di Olîmpiyatên Rio de Janeiroyê û di 2021'de jî di Olîmpiyatên Tokyoyê de min Misirê temsîl kir. Beşdarî gelek tûrnûvayên navneteweyî bûm her wiha di şampiyoniya Gureş Grand Prîxê de min madalyaya zêrîn girt û di Şampiyoniya Dunkloof de jî bûm sêyemîn.”

“Divê nêrîna civakê biguhere”

Samar Hamza da zanîn ku cihgirtina jinan a di van beşên sporê de li welatên Ereb xweş nayê dîtin û wiha got: “Gelek rexne li min kirin lê min hewl da, îsbat bikim ku jin jî dikarin her sporê bikin. Divê nêrîna civakê ya li jinan biguhere, min ji bo vê yekê pir hewl da. Min xwest di civakê de hişyariyê çêbikim. Li Misirê jinên ku gureşê dikin ji ber nikarin perwerdeyek baş bibînin, performansa wan kêm e. Malbat destûr nadin ku keçên wan gureşê bikin. Ji ber vê sedemê hejmara jinên gureşê dikin li welat kêm e.”

Hedefa wê qezenckirina Olîmpiyatên Parîsê ye

Samar Hamza ragihand ku niha xwe ji bo Olîmpiyatên Parîsê yên sala 2024’an re amade dike û wiha bi dawî kir: “Ez rojane antremanan dikim. Dixwazim di Olîmpiyatên Parîsê de madalya qezenc bikim û ji bo vê yekê ez bênavber dixebitim. Min gelek zehmetî dîtin. Mînak ji bo beşdarî Lîstikên Akdenîzê bibim ji 82 kîloyan bûm 68 kîlo. Aliyên vê yekê yên xweş jî hene. Mesela ez bi lîstikvanên welatên biyanî re bûm heval. Jiyana min her dem dagirtî ye ji ber vê yekê min qeyda xwe ya zanîngehê jî nikaribû çêbikira.”