Çiyager Elnaz Rekabî bêyî hîcab beşdarî Olîmpiyadê bû

Elnaz Rekabî nûnera Îranê ya li pêşbirkên Olîmpiyadên ku li Seûlê hat lidarxistin, bi guh neda astengiyên ku Îranê ji bo werzişvanên jin sepandibû û bê hîcab beşdarî pêşbirkên fînalê bû.

Navenda Nûçeyan – Elnaz Rekabî, endama tîma çiyagera Îranê ya ku beşdarî fînala lîstikên Asyayî yên li Koreya Başûr bû, bi avêtina hîcabê, qanûna mecbûrî ya hîcabê û qetilkirina Jîna Mahsa Emînî protesto kir. Di vê pêşbirkê de Elnaz Rekabî li Asyayê di rêza çarem de cih girt.

Çiyagera îranî Elnaz Rêkabî şampiyona Îranê ye û mîdala zêr a Kûpaya Bouldering a Asyayê ya sala 2017’an bi dest xist. Di pêşbirkên werzîşê de sersaxkirina mecbûrî ya werzişvanên jin yek ji astengên herî mezin li pêşiya serkeftina wan tê dîtin. Tevî nerazîbûnên berfireh jî, federasyonên werzîşê li ser werzişvanên jin hîcabê ferz dikin.

Beşdarbûna Elnaz Rekabî di vê pêşbirkê de bê serûber dibe sedema dûrxistina wê ji tîma Çiyageriyê ya Gulanê.