Yek ji nexweşiyên çerm a ku zêde dibe bîrov e

Bikaranîna hin sabûn û şampuanan dibin sedema nexweşiya bîrovê, êdî wisa bûye ku gelek hemwelatî bi vê nexweşiya çerm dikevin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Bîrov yek ji nexweşiyên çerm e ku dibe sedem hişk bibe, sor bibe û bixurê. Hinek caran ev xur wisa zêde ye ku tu nikarî tehemul bikî.

Bijîjka nexweşiya çerm û ciwankariyê Îlax Qadir diyar kir ku nexweşiya bîrovê li seranserê cîhanê nexweşiya çerm a herî belav dibe ye. Ji sedî 20.5 zarok pê dikevin, sedemên wê jî bikaranîna zêde ya sabûn û şampuanan e. Ev yek ji wan nexweşiyan e ku ji kesek digihîje kesek din, tenê di bedena kesên pêketî de belav dibe û wiha got: “Bandorek zêde li ser nexweşiyê heye, ji wan jî nexweşiyên çerm e, di nava wan de nexweşiya bîrovê, her çendî ne diyar e jî bandorê çêdike.”

Sedema vê nexweşiyê

Îlax Qadir da zanîn ku sedema herî zêde ya vê nexweşiyê faktorên ji derve ne û wiha got: “Dîtina çerm a tîrêjên rojê, gelek bikaranîna sabûn û deterjanê ku dibe sedema hişkbûna çerm, ev jî dibe sedema çêbûna bilbiqokên li ser çerm û bîrovê. Ji bo rêgirtina nexweşiyê, bi taybetî di werza payîzê de dikarin sedemên wê kêm bibin. Ji derveyî wê jî girtina melhemek baş dikare rê li ber hişkbûna çerm bigre.”

Bîrov heta dawiyê temen didome

Îlax Qadir destnîşan kir ku xur, yek ji nîşaneyên sereke yên bîrovê ye, nîşaneya destpêkê xurandin û sorbûn e, dema cihê pê ketiye dixure çerm qalind dibe, li cihê wê tebeqeyek stur dimîne, ya baştir ew e neyê xurandin û melhemek ji xurandinê were bikaranîn ji ber ku hinek caran xur pir zêde û zêde dibe û wiha got: “Tenê cureyek bîrovê nîn e gelek cureyên wê hene, hinek hene zû sax dibin, cureyek din heye bikaranîna dermanan baş dibe lê belê dubare vedigere. Hinek hene çend salan berdewam dikin yan jî heta dawiya emir berdewam dikin.”

Gelek cureyên nexweşiya çerm hene

Bijîjk Îlax Qadir bi bîr xist ku tu eleqeya bîrovê bi rengê çerm re nîn e û tenê di çermê hişk de jî çênabe, di çermê bi rûn de jî çêdibe. Di dest an jî navbera ran û binê sing de çêdibe. Di çermê hişk de rû, mil û pişt û ser ling digre. Riya herî baş ji bo çareseriyê bikaranîna dermanê struide ev jî kategoriyên bîrovê ne ne divê di bin çavdêriya bijîjk de were bikaranîn. Hinek caran ev dibe sedema bakteriyan, bakterî li cihê bîrov lê çêbûye dimînin.”