Sudên kulîlka beyîbûnê

Nebata beybûnê ku di demsala biharê de şin dibe bi xweşikbûn û rengê xwe xwezayê dixemîlîne di heman demê de ji tendûristiya mirovan re jî baş e.

Navenda Nûçeyan - Bi hatina demsala biharê re nebatên ji bo tendûrîstiyê bi sud jî xwe didin xwuyakirin û welatî ji wan sûdê digirin. Yek ji nabatên bi tendûrîst û xweşîk jî beybûn e.
Beybûn bi reng û bêhna xwe xweşbûnê dide xwezayê. Mozên hingîvê jî herî zêde kulîlkên beybûnê tercih dikin û wê hingiva xweş bi beybûnê didi afirandin. beybûn ligel xweşûkbûna xwe ji bo tendûrîstiya mirovan jî gelek baş e û xwedî teybêtiyêk aramiyê. Herî zêde ji aliyê janan vê tê tercih kirin û jin ji bo tendûrîstiyê ji beybûyê sûdê digirin. 
Beybûn ji bo nexweşiyên wek ba, nexweşiyên çerm, bêîştahî, mîde, qelsî û ji sînîrê re gelek baş e. Her wiha ji bo nexweşiyên diran û adetê re jî yek bi yek e. Dema jin regl bûn bila her du rojên pêşî du qedeh ava beybûnê vexwun dê baş bibin û jana wan raweste. Dayîkên ku zarokên xwe dimîjînin jî ji bo şîrê gelek baş e.
Di maha gûlanê de baş in divê mirov beybûna di maha gûlanê de biçine. Dema ku hun beybûnan kom bikin divê tenê serê wê bê komkirin.