Reklamên bazirganiyê jinan ber bi neştergeriyên ji bo ciwankariyê ve dibin

Di roja me ya îro de bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ciwanbûn bûye reklama bazirganiyê û ev yek jî li ser derûniya jinan tê birêvebirin.

Silêmanî- Bi pêşketina teknolojiyê re, di gelek waran de aliyên erênî û neyînî çêbûne. Her dem behsa biçûkbûna cîhanê ya ji ber înternet û bernameyan tê kirin lê belê aliyek din bûye amrazê bazirganiya fizîk, fikir, hiş û derûniya mirovan.

Piştî kêşana wêne ya bi navê selfî derket, xwestekên li ser ciwankariyê zêde bûn. Ev jî weke pêngaveke bernameyan ji aliyê sîstemê ve tê pênasekirin. Ev jî kesan ber bi neştergeriya ciwankariyê ve dibe. Ji ber ku di wêneyên asayî de mirov xwezayî derdikevin lê belê di wêneyên selfî û bi taybetî bernameyên snapchat û bikaranîna filtreyan de rûyek ku destkarî lê hatiye kirin ciwan nîşan dide. Ev jî kesan ber bi neşterîkirinên ciwankariyê ve dikşîne.

Dîroka ciwankariya jinan

Dîroka ciwankariyê xwe dispêre 7 hezar sal berê, jinan di dirêjiya vê dîrokê de girîngiyek zêde dane aliyê ciwankariyê, herî dawî jî jin ji bo ciwankariyê û geşkirina rûyê xwe bi rengê fêkiyan lêvên xwe sor kirine, bi rejiyê birû û mijangên xwe reş kirine, perê balindeyan ji bo rastkirina porê xwe û bedena xwe bi kar anîne.

Kleopatra û Afrodît du jinên di serdema Firewnên Misrê de bûn, cara yekem maskeya parastina ji bo qurmiçîna rû bi kar anîn ku di wê maskeyê de hingiv û meyve bi kar dianîn, heta niha jî bandora vê maskeyê heye.

Di demên borî de ciwankarî xwezayî bû

Ji dîrokê ve heta serdema îro, çavên mezin yek ji nîşaneyên ciwanî û balkêşiyê hatine dîtin. Piraniya jinan ji bo ciwaniyê çavên xwe rejî û kil kirine, heta niha jî gelek jin ji bo ciwaniya çavên xwe heman şêweyan bi kar tînin. Niha jî sedemên ciwankariyê bi pêş ketine û hatine guhertin. Gelek kes ji bo lêv, difin, birû, çav û porê xwe ciwan bikin diçin ba bijîjkên ku neştergerî dikin.

“Piraniya jinan hemû dahata xwe ji bo ciwankariyê xerc dikin”

Reklam û bazirganiya bi bedena mirovan bandorê li ser kesan dike ji bo bikaranîna ciwankariyê û mijara neştergeriyê jî di nava jin û mêran de heye û piraniya mêran ji bo ciwankirina difin, çandina por û rengê dem û çavên xwe serî li bijîjkên neştergeriyê didin. Di nava jinan de jî ciwankariya difin, dem û çav û rakirina rûnê di nava bedenê de, rastkirina qermiçûkên rû tê kirin. Ciwan bi taybetî jinên ciwan piraniya wan dahata xwe ji bo ciwankariyê bi kar tînin. Hestî Silêman firoşkarek e kozmetîkê ye û der barê mijara ciwankariyê ya ku ji aliyê jinan ve zêde dibe de ji ajansa me re wiha dibêje: “Mijara ciwankariyê û neştergeriyê her ku diçe zêde dibe, bi taybetî ew kesên ku temenê wan 16 salî ye gelek girîngî didin ciwankariyê. Di nava jinan de mijara neştergeriya ciwankariyê gelek belav bûye û piraniya dahata xwe ji bo neştergeriyên ciwankariyê xerc dikin. Niha bi taybetî jinên Başûrê Kurdistanê bi awayekî berbiçav girîngî didin mijara neştergeriya ciwankariyê.”

“Torên civakî bandorê li ser jinan dikin”

Heste diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê û reklaman re mijara neştergeriya ciwankariyê bûye wekî reqabet û jin dixwazin bi vê yekê xwe ciwan bikin û wiha got: “Filtreyên Senapchat bandor li ser hezkirina jinan ya ji bo neştergeyê dike, hinek makyajên zêde dikin û vê yekê weke normal nîşan didin. Gelek berhem hene ziyanê didin lê belê xwestekek zêde jî li ser wan berheman heye.”

“Gelek jin ji berhemên ciwankariyê bi bandor dibin”

Jina ciwan a bi navê Sûma Kamil wiha got: “Kêfa jinan ji makyajan re tê her dem xwe makyaj dikin, ji ber wê tu caran nikarin bê makyaj biçin derve. Ji ber wê kesên di medyaya civakî de bandorê li ser jinan dikin û di torên civakî de gelek caran reklam ji bo hinek tiştan û berheman tê kirin lê belê reklaman wisa bandora xwe li ser jinan kiriye ku berê xwe bide bijîjkên neştergeriyê û piraniya dahata xwe ji bo berhemên ciwankariyê bi kar tînin. Kesên di nava torên civakî de ji sedî 95’ê wan bandorê li ser jinan dike. Niha tu xebatek ji bo hişyarkirina ciwanan nayê kirin. Hemû dezgahên ragihandinê û faktorên ku hene zêdetir girîngî didin qada ciwankariyê. Wisa lê hetiye ku bi qasî giringî didin ciwankariyê, nadin xwendina pirtûkan. Mijarên ciwankariyê wisa ji wan re balkêş e ku mijarên din ên civakê bala wan nakişîne. Divê baweriya jinan bi wan hebe û ji ciwantiya xwe bawer bin, neştergerî wan weke kesên di nava torên civakî de nake. Gelek normal e dema ku jinek hemû dem û çavên wê ne guncaw bin û kêm û kurtiyên wê hebin. Ya girîng ew e ku xwe bes bibînin, bizanibin ku xwedî ciwaniyeke cuda ne.”