Piştî welidînê derûniya gelek jinan xirab dibe

Xirabûna derûniyê yek ji zoriyan e ku jin piştî welidînê dijîn. Hinek ji wan jinan bi piştgiriya malbatê dikarin bi astek baş û serkeftî vê rewşê derbas bikin. Lê belê heta niha civak der barê vê yekê de xwedî hişyarî nîn e.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Jin ji dema ducanîbûnê heta welidîna zarok gelek zehmetiyan dikşînin û gelek guherînên cur be cur li ser beden û derûniya wan çêdibe. Hinek ji wan guherînan demkî ne, hinek demdirêj dimînin, hinek erênî ne û hinek din jî neyênî ne. Yek ji wan bûyerên neyênî jî têkçûna derûnî ye û pêwîstî bi çareseriyê heye û girîng e di vî alî de piştgiriya malbat û civakê hebe.

Derûnînas Rojîn Elî der barê rewşa derûniya jinan piştî welîdîna zarokan de axivî û diyar kir ku guherîna derûniya jinan piştî welidîna zarokan têkiliya xwe ji destpêka pêvajoya ducanîbûnê heta welidînê heye û ev jî dabeşî sê qonaxan bûye. Qonaxa beriya çêbûna pitikê, çêbûna pitikê û qonaxa piştî welidînê. Di qonaxa beriya çêbûna pitikê de girîng e dayik baldar bin, hebûna bernameya xwarin, werzîş û pişkînin ji bo tendirustî û rêjeya hormonan girîng e. Her wiha di dema qonaxa duyem de ev heman tişt girîng in, parastina xwarin û werzîşê û divê bikarin parastina van bikin, wê demê jin dibin xwedî derûniyek bi tendirust. Lê belê dema di van tiştan de baldar nebin di nava civakê de dibe sedema têkçûn û ne rêk û pêkiya derûnî bi jinan re ava dibe.”

Têkçûna derûniya jinan piştî welidînê

Rojîn diyar kir ku di dema ji dayikbûna zarokan de û qonaxa sêyem du beş di jinan de ava dibe û wiha got: “Civak bi asanî van qonaxan derbas dike û hestiyar in ku guherîna hormanan ji bo wan çênabe. Lê belê hinek hene berovajî dema ku hormon tên guhertin di derûniyê de têkçûn çêdibe, ev têkçûn jî sê beşên wan hene. Ya yekem pirsgirêka di bûyerek asan de zû qehirîn, cureya duyem qehra piştî welidînê û ya sêyem jî qehra zêde ya piştî welidîna zarok e. Her yek ji van têkçûnan sedemek taybet û nîşaneyên xwe hene. Bi awayekê di cureya yekem de ji her sed jinên ku diwelidînin 80-85 jin tûşî van bûyeran dibin, nîşaneya wê di hefteya yekem de çêdibe û piştî 10 rojan hêdî hêdî kêm dibin. Beşek ji nîşaneyên qehrê weke bilindî û nizimbûna derûnî ye û nêzikatiyên li hemberî jinan e, têkçûna xewê hebûna êş û girînê yan jî bêtaqetî. Ji bo başkirina van bûyeran agahdarbûna jinan pêwîst e û ji aliyê kesên nêz ve alîkariya wê ji bo kêmkirina giraniya li ser milên wan.”

Hormon jî dibin sedema xirabûna derûniyê

Rojîn Elî bi bîr xist ku bi awayek giştî têkçûna derûniya jinan piştî welidînê pêwendiya xwe bi wan sê sedemên genetîk, derûnî, civakî û her wiha hormanan ve girêdayî ye. Di bûyera genetîk de jin ger di dîroka malbatê de ew rewş hebe yan jî ji welidîna zarokên din pê re peyda bibe ger zarokên din hebin aliyê civakî û derûnî zêdetir ji vê bûyerê re vekiriye. Di dema ducaniyê de ger hormona ustrojen û progesterone gihîştibe asta herî bilind, di dema jidayikbûna zarok de ev horman nizim dibe û hestiyariyê çêdike û têkçûna derûnî peyda dibe. Temen yek sedemek din ê têkçûna derûniyê ye, bi taybetî di dema jidayikbûna zarok di dema di temenê metirsîdar a nêzbûna menopozê ye.”

‘Çareseriya herî baş piştgiriya malbatê ye’

Derûnînas Rojîn Elî da zanîn ku çareserî ji bo têkçûna derûniyê heye û ew jî li gorî cureyên rewşa dayik-jin tê guhertin û wiha got: “Yek ji riyên sereke yên çareseriyê piştgiriya malbatê û alîkariya kesên nêzî jinan e û hinek çareserî bi riya dermanan di bin çavdêriya bijîjk de encam dide, yan jî bi riya girtina terapiya derûnî ji aliyê kesên pispor ve. Divê ev bûyerên wisa di demek kin de werin çareserkirin da ku nîşaneyên wê bi dayikê re girantir nebin. Li gorî salên berê hişyariya malbatan zêdetir e ji bo nêzakahiyên li gel jinek duvanî lê belê hê jî ne di asteke baş de de ye. Berovajî vê zêdetir pêwîstî bi hişyarî û piştgiriyê heye. Girîng e malbat nîşaneya herî biçûk paşguh nekin ji bo rewşa dayikê xirabtir nebe.”