Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng a li Til Temirê di xizmeta gel de ye

Perestara beşa Nîşaneyên Jiyangeriyê ya Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng Hîba Şêxo diyar kir ku nexweşxaneya wan bê beramber di xizmeta gel de ye û da zanîn ku ji ber zêdebûna pileya germahiyê zêdetir zarok nexweş dikevin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng a ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve tê birêvebirin, li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xizmetê dike, di meha Gulanê û hefteya destpêkê ya meha Hezîranê 5389 nexweşên ku piraniya wan ji jin û zarokan pêkhatî pêşwazî kiriye. Bijîjk û perestar xizmetên pêwîst li gorî rewş û nexweşiyên wan ên tenduristî pêşkêş dikin. 

Der barê xizmeta bê beramber a nexweşxaneyê de, germahiya havînê bandorek çawa li zarok û jinan dike, sedema nexweşiyan çi ye û pêwîstî bi tedbîrên çawa heye her wiha ji bo dayik zarokên xwe ji germahiya bilind biparêzin bijîjk çi hişyariyê dikin, perestara beşa Nîşaneyên Jiyangeriyê ya Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng Hîba Şêxo ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo xizmetên tenduristî û derûnî deriyê me 24 saetan vekirî ye'

Hîba Şêxo got ku deriyê nexweşxaneyê li ber nexweşên ku nikarin serî li bizîjkên taybet û dermangehan bidin vekirî ye û got: "Derfetên aborî yên nexweşan bi wan re nabe alîkar ku serî li bijîjkên taybet û dermangehan bidin. Ji ber nirxên dermanan gelek zêde ne lewre deriyê nexweşxaneya me 24 saetan vekiriye. Lênêrîna nexweşan û dayina dermanan û çêkirina analîzan û her xizmeta ku tê pêşkêşkirin, bê dudilî tê kirin û di heman wextê de bê pere ye.”

Sedemên nexweşiyan û cureyên wan di meha havînê de

Hîba Şêxo bal kişand ser nexweşiyên ku di havînê de derdikevin û wiha got: "Di werza havînê de herî zêde nexweşiya zikçûna zarokan, li kêleka wê jî îltîhaba roviyan û jehrîbûna zarokan derdikevin. Sedemên wê jî xwe disperin qirêjiya ava vexwarinê, neşûştina zebze û fêkiyan. Ji ber ku ava bîran di gelek xwarin û vexwarinê xwe de tê bikaranîn bûye sedem ku zikçûna zarokan zêde bibe. Ji ber hejmara nexweşan a zêde, carna derman zû diqedin.”

‘Avê bikelînin sar bikin û piştre vexwin'

Hîba Şêxo der barê girîngiya bikaranîna ava paqij ji bo mirovan ev tişt got: “Ava stasyona Elok ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve hatiye qutkirin, carna tê û bi salan qut dibe. Niha qut e, gel ava sahrîcan ku ji bîrên deryayî kola ne bi kar tine lê piraniya wê li gorî sîstema tenduristiyê nayê paqijkirin û ev dibe sedem ku gelek nexweşî bi pêş bikevin. Ji ber wê ya herî baş ew e ava ku ji bîran tê girtin baş were kelandin, sarkirin û piştre were vexwarin û bikaranîn. Em ji bîr nekin ku çemê Xabûrê jî li kêleka stasyona Elok qut kirin û ev jî dihêle ku nexweşî zêde û belav bibin.”

‘Divê di dema zêdebûna pileya germahiyê de tevger tune be'

Hîba Şêxo bal kişand ser pileyên germahiyê û dayik, zarok û her kesê hişyar kir û got: “Pileya germahiyê bilind e lê demên pêş wê hê zêdetir bilindtir bibe, li gorî wê jî divê ku her kes ji aliyê xwe ve tedbîran bigre û di demijmêrên germahiyê de dernekeve derve û li ber germahiyê nemîne. Bi taybetî zarok divê baldar bin û her kes xwe û tenduristiya xwe ji germahiya zêde biparêze. Em çend demijmêran xwe ji germahiyê biparêzin, em ê bikaribin zarok û malbata xwe ji nexweşiyê biparêzin.”

'Germahiya bilind dibe sedema mirinê’

Hîba Şêxo destnîşan kir ku divê dayik û bav ji rewşa germahiya bedena zarokên xwe agahdar bin û ev tişt got: “Ger nexweşxane dûr be û dayik zû bi zû nikaribin xwe bigihîjînin, dikarin li malê zarokên xwe yên ku germahiya bedena wan pir bilind be, bidin ber ava cemidî yan jî paçekî bi ava cemidî şil bikin û bixin bin çengê zarok heta ku wan bigihîjînin nexweşxaneyê. Germahiya bilind dibe sedema mirin û astengdariyê. Divê germahiya zarokan ji rêzê neyê dîtin û paşguhkirin. Ji bo dayikên xwe jî em vê dibêjin di van mehan de li germahiya bedena zarokên xwe baldar bin, deriyên nexweşxaneya me ji bo hemû kesan vekirî ne.”