Sorîk belav bûye: Hêjmara serlêdanan zêde ye

Odeya Tabîban ya Stenbolê diyarkir ku li Stenbolê nexweşiya sorîk bi awayek metirsîdar zêde dibe û destnîşan kir ku nexweşiyek ku bi aşîkirina zarokan dikare were derbaskirin, lê belê zarok bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin.

Stenbol - Odeya Tabîban ya Stenbolê (ÎTO) derbarê zêdebûna nexeşiya sorîk de civîna çapemeniyê li darxistin. Di  civînê de endama lêjneya rêveberiya ÎTO Saffet Ercan axivî û diyar kir ku li Stenbolê nexweşiya sorik bi awayek metirsîdar zêde dibe û ji ber vê nexweşiyê zarokên ku jiyana xwe ji dest didin heye.

‘343 diyarde di meha Çile û Sibatê de hate tespîtkirin’

Saffet Ercan destnîşan kir ku ev nexweşî bi aşîkirinê dikare rê li ber were girtin û got; “Tehamula me ya windakirina zarokan nîne.” Saffet Ercan da zanîn ku di navbera Nîsana 2022 û Adara 2023’an de li Tirkiye 457 diyarde tespit kirine û wiha dom kir:

“Hêjmara 343 ya meha Çile û Sibata 2023’an ne. Li gora ew zanyariyên ku me ji hevpîşeyên xwe ên li qadê kar dikin girtî, ji meha Adarê ve em dizanîn diyardeyên nû hene. Lê belê wezareta tendirûstiyê di belavkirina daneyan de ji ber sekna xwe a ne zelal ya di dema pandemiya Covid-19  de berdewam dike em nikarin xwe bigihînin hêjmaran.”

‘Redkirina aşî û bê qerarî bandorê li şewbê dike’

Saffet Ercan diyarkir ku di şewbê de di otorîteya civakê de beweriyê inşa bikin û divê zelal be û bi bîr xist ku faktorên ku bandorê li şewbê dikin redkirina aşî, bê qerarî, diyardeyên koçkirinê, guherînên ku di takvîma aşî de hatine çêkirin, nifûsa ku li bajarên Kurdistanê jiyan dikin xwe nagihînin aşiyê û koçberiya ku jiyan dikin ku li tu cihan qeyda hekîman nîne û nifûsa ku nehatî qeydkirin heye.

‘Li Stenbolê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da’

Saffet Ercan da zanîn ku li Bahçelievler a Stenbolê ji ber nexweşiya sorik dû zarokan jiyana xwe ji dest daye û got: “Niha di meha Gulanê de me agahî girt ku zarokek ji Tirkên Uygurê yê ji Çînê hatî jiyana xwe ji dest daye.”

Ozden Gungor: Hêjmara serlêdanan zêde ye

Endamê Lêjneya Rêveberiya Çenge Hekimtiya Malbatê ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Ozden Gungor destnîşan kir ku ev şewb weke di dema pandemiyê de bi zanyariyên ji derdor hatine xebera wan jê çêbûye û got ku hêjamara rast nayê zanîn û li gora zayaryên ku ji xebatkarên tendirsûtiyê girtine. Ozden Gungor anî ziman ku hêjmara serlêdanên beşa lezgîn ya nexweşxaneyan gelek zêde ye û wiha got:

“Xebera me çêbû li nexweşxaneya Başakşehîr Çam û Sakura cihên nû vekirine. Me zanyarî girtin ku ji bo zarok û kesên bê aşî hatiye vekirin. Kesên ku zext li sîstema wan ya tîmarkirinê tên kirin dibin rîskê de ne. Divê em jinên dû canî ji biparêzin. Em dixwazin ku hêjmar bi awayek zelal were aşkerekirin. Ji ber wê dibîstan werin girtin hêjmara bûyeran dibe ku kêm bibe, lê belê wê di meha Îlonê de cardin zêde bibe. Em dixwazin heta wê demê tedbîran bigrin.”