Mehrnoosh Jafarî ya qurbaniya estetîka sexte jiyana gelek kesan rizgar kir

Piştî Mehrnoosh Jafarî ya herî dawî li navenda cerahîya estetîk a sexte ya li Ehwazê ji bo emeliyata estetîkê ket ber kêrê, pispor careke din balê dikişînin ser modaya "estetîk" a li welêt. Li aliyê din organên Mehrnoosh a ji Ehwazê ji aliyê malbata wê ve diyarî kesên ku ji bo bijîn li benda organan bûn hat kirin.

Navenda Nûçeyan - Li Komara Îslamî ya Îranê, emelyeta“estetîkî” bi fermî qedexe ye; tevî vê yekê, li cihên ku cerahîya plastîk a neqanûnî ya bi navê "bin derenceyan" tê kirin, bi hezaran kes di bin kêrê de dirazîn. Bûyera Mehrnoosh Jafarî ya 19 salî ku li bajarê Ehwaza a Îranê di bin navê "estetîkê" de jiyana xwe ji dest da, rastiya welat careke din raxist ber çavan.
Jina ciwan a ku li Ehwazê dijî, çû klînîka ku destûra wê ya emeliyata estetîk nine û ket ber kêran. Mehrnoosh Jafarî ya 19 salî ji ber zêde girtina dermanên ku jê re hatibûn dayîn krîza dil derbas kir. Mehrnoosh Jafarî ya ku tevî li nexweşxaneyek herî baş razandine jî, li hember dermanên giran li ber xwe neda û piştî çend rojan mirina wê ya mejî pêkhat. Malbata Mehrnoosh Jafarî li nexweşxaneya Ehwezê ku mirina mejî pêkhat, organên jina ciwan diyarî kir. 
Beriya emeliyatê tu test nehatiye kirin
Malbata Mehrnoosh Jafarî diyar dikin ku tu nexweşiya zaroka wan nebûye û ji ber dozeke zêde ya derman jiyana xwe ji dest daye. Her wiha malbat hîn bûne ku beriya emeliyatê tu test ji keça wan re nehatiye kirin.
Îran welatê ku herî zêde emeliyata estetîk lê tê kirin e
Li Îranê operasyonên di bin şert û mercên nebaş de di bin navê "estetîkê" de jiyana mirovan tine dikin, dewam dike. Li gor nifûsa cîhanê, Komara Îslamî ya Îranê di warê emeliyêta estetîkê de cihê xwe di pileya yekem de diparêze û li gor daneyên welat, temenê wan kesên ku emeliyat bûne, di navbera 17 û 26 saliyê de ye.
Ji sedî 50 emeliyatan hewceyî destkariya cerahî nake
Pisporên Îranî dixwazin bê zanîn ku ew bi giranî li ser vê mijarê bi fikar in, ji ber ku ji sedî 50’î yan jî hîn zêdetir kesên ku emeliyat dibin, hewcedariya wan bi destkariya cerahî nine, tenê bi feraseta "moda" dikevin bin kêrê.
Ji zêdetirî 3 hezar bijîjkan tenê hinek "cerahiyên estetîk" in
Pisporên Îranî diyar dikin ku her çend pir hindik bijîjkên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ve sernavê "cerahiya estetîk" an cerahiya plastîk werdigirin hene, lê ev emeliyat ji aliyê zêdetir ji 3 hezar bijîjkan ve têne kirin û dest nîşan kir ku piraniya emeliyetan ji aliyê kesên ne pispor û di bin şert û mercên ne guncaw de tê kirin.
Ji sê yan duyên dikevin bin kêrê jin in!
Pisporên mijarê, diyar kirin ku ji sê yan duyên emeliyatên “estetîkî” dikin jin in û piranî emeliyatên poz û lêvên organên di ru de herî diyar in di rêza yekem de ye. Pispor her wiha destnîşan dikin ku divê her kes jin-mêr beriya ku bikeve bin kêrê baş bifikir in.