Li Xezayê Hepatît belav dibe: Divê tedbîrên lezgîn bên girtin
Kedkara tenduristiyê Fatima Ebû Şaban, diyar kir ku li Xezaya ku êrîşên Îsraîlê berdewam dikin, di serî de Hepatît zêdebûna nexweşiyên şewbê hiştiye astekî metirsî û got ku ji bo belavnebûna nexweşiyan divê tedbîr bên girtin.
NEZEM KERACE
Xeza- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve didome. Hate diyarkirin ku ji ber êrîşan zêdetirê 35 hezar Filistînî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirê 79 hezar kes jî birîndar bûn. Li Xezaya ku hêj bi hezaran cenaze di bin kavilan de ye, nexweşxane û saziyên perwerdehiyê yên gel xwe spartîne jî tên hedef kirin û binesaziya sivîl jî tê tehrîpkirin.
Ji ber zêdebûna germahiya hewayê, negihandina ava paqij û nepêkhatina hawirdorên hîjyenê, nexweşiyên şewbê yên bi taybetî wek Hepatît A û C belav dibin. Li Xezeyê ku ji 36 nexweşxaneyan 11 jê qismî xizmetê didin û 25 nexweşxane jî qet xizmetê nadin, ji ber nebûna derfetên dermankirinê nexweşiyên şewbê gihîştine astatekî metirsiyê. Kedkara tenduristiyê Fatîma Ebû Şaban, bal kişand lİ ser nexweşiya hepatît a li Xezayê û diyar kir ku bi qeyraneke tenduristiyê ya mezin re rû bi rû ne.
'Divê ji bo pêşîgirtina belavbûna nexweşiyan tedbîr bên girtin'
Fatima Ebû Şaban, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê bandorê li mirovên ku ji cih û warên xwe bûne û neçar mane di stargeh û kampan de bijîn dike û wiha axivî: “Pêwîstê der barê vê rewşa zehmet de tedbirên lezgîn bên girtin. Divê ji bo pêşîlêgirtin an jî sînordarkirina belavbûna nexweşiyan û ji bo parastina mirovan tedbîrên pêşîlêgirtinê bên girtin. Li gel hepatît, enfeksiyonên rovî û hilmij, êşên dil û sîng jî têne dîtin. Ev nexweşiyan herî zêde bandor li zarokan dike. Pirsgirêkên hîjyen, xwegihandina ava paqij û nebûna derfetên dermankirinê, van nexweşiyan hîn zêdetir belavdike.”
‘Piraniya kesên tûjî hepatît A bûne jin û zarok in’
Fatima Ebû Şaban, diyar kir ku hepatît ‘A’ bandorê li berhemdayîna xwarina laş ya rojane dike, ev nexweşî 50 rojan bi mirov re dimîne û wiha got: "Di destpêka nexweşiya Hepatît de zerik xuya dike. Di vê pêvajoyê de dermankirin hêsan e, lê ger nexweşî pêşbikeve dermankirin zehmet dibe û bi taybetî di pêvajoya sêyemîn de dibe ku bibe sedema mirinê.” Me der barê nexweşitê de li kampên perwerde da. Piraniya kesên tûjî nexweşiyê dibin jin û zarok in. Di perwerdeyan de rêyên derbasbûna vîrusê û sedemên rêjeya bilind xuyakirina enfeksiyonê ya li jin û zarokan bi berfirehî têne vegotin. Her wiha der barê nîşaneyên nexweşiyê û rêyên pêşîlêgirtin de jî agahiyên girîng tên dayîn.”
Navendek tenduristiyê ya nû tê avakirin
Fatma Ebû Şaban, da zanîn dersên wê 20 deqeyan didome û tevlîbûnek xurt heye û diyar kir ku tevî rewşa zehmet ya li Bakurê Xezayê lê divê aliyên têkildar der barê tenduristî de alîkariya koçberan bikin.
Fatma Ebû Şaban, di dawiya axaftina xwe de ragihand ku wan xaleke tenduristî taybet a ji bo şopandina rewşa tenduristî ya jin û zarokan û kesên temen mezin ên li navendên stargehan û kampên koçberiyê vekiriye.