Li seranserê cîhanê bûyerên penceşêrê zêde bûn

Li seranserê cîhanê, di pêvajoya 30 salên dawî de hejmara bûyerên penceşêrê ji sedî 79 zêde bû. Lêkolîneran balkişandin li welatên dahat kêm û navîn de bi taybetî di jinan de bûyerên penceşêrê zêde dibin.

Navenda Nûçeyan - Analîza ku koma lêkolîner a navneteweyî li ser daneyên penceşêrê yên di navbera salên 1990-2019’an de amedekir, di kovara BMJ Oncology de hat weşandin. Mirovên zanyar ên li ser temenên 14-49 salî xebitin, li 204 welatan daneyên aîdê 29 cureyên penceşêrê analîz kirin. Di vê koma temenî de, di sala 2019’an de li gorî sala 1990’î  ji sedî 79’î zêde bû û bi giştî 3 milyon û 260 hezar bûyerên penceşêrê hatin tomarkirin.

Mirinê  ji ber pençeşêrê 500 hezar derbas kir

Hejmara kesên ku di sala 2019’an de ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji destan, li gorî sala 1990’î ji sedî 28 zêde bû û 500 hezar derbas kir. Piraniya mirinan di encama bûyerên penceşêra pêsîrê, mîde, Boruta xwarinê, cîgera spî, rovî û mîdeyê de qewimîn, di mirinan de zêdebûna herî zêde di bûyerên penceşêra gurçik û hêkan de hate tomar kirin.

Dema di koma di bin temenê 50 salî de di bûyerên penceşêra boruya xwarînê û penceşêra prostatê de zêdebûnek tê dîtin, di bûyerên penceşêra kezebê de ji sedî 3 kêmbûn hate tomar kirin. Di nava cûrên penceşêrê en sala 2019’an hatin teşhîş kirin de jî penceşêra pêsîrê pêşengî kir.

Di welatên kêm dahat de di jinan de penceşêr zêde bû

Ji aliyê erdnîgarî ve, li seranserê cîhanê herêmên ku herî zêde bûyerên penceşêrê hatin dîtin jî Amerîkaya Bakur, Ewropaya Rojava û Avusturalya li Okyanûsa ye. Lêkolîneran dest nîşan kirin di welatên dahat kêm û navîn de bi taybetî di jinan de bûyerên penceşêrê zêde dibin.

Hêjmarên rast hîn zêde bilindtir tên texmîn kirin

Li lêkolîna ku hate dest nîşan kirin di navbera welatan de di mijara tomarkirina bûyerên penceşêrê û kalîteya teşhîsa de cûdahiyên girîng hene, hate balkişandin dibe ku hejmarên rast zêdetir bin. Lekolînwanan dan zanîn ku zêdebûna di bûyeran de jî dibe ku bi baştirkirina derfetên tespîta zû ya li welatên pîşesaziyê ve girêdayî be.

Girîngiya xwarina tendurist û tevger e

Di lêkolînê de hate destnîşankirin tevî hemû faktorên alîgir ên gengaz, di penceşêrê de ji bilî faktorên genetîkî, xwarina netendurist, bikaranîna alkol û tutunê, kêmbûna tevger, kîloyên zêde û asta şekira xwînê ya zêde jî rol dileyz e.

'Koma ji temena 40 salî mezintir dê di pêşerojê de jî bibe koma herî xeternak’

Mirovên zanyer ên di binegha analîzên hatine kirin de pêşbînî dikin ku zêdebûna bûyerên penceşêrê û mirina ji ber penceşêrê dê berdewam bike û diyar kirin ew bendawarî dikin ku heta sala 2030’an di koma di bin 50 salî teşhîsa penceşêrê ji sedî 31 û mirin jî ji sedî 20 zêde bibe. Lêkolîneran diyar kirin di 30 salên dawî de koma ku herî zêde di bin bandora pençeşêrê 40-49 salî ye û dan zanîn koma ji temena 40 salî mezintir dê di pêşerojê de jî bibe koma herî xeternak.