Li Refaha ku nexweşxane lê tune ye nexweşên kronîk bi mirinê re rû bi rû ne

Li Refahê ya li Zîvala Xezayê Nexweşên kronîk ji ber nebûna nexweşxaneyek bikêr bi mirinê re rû bi rû dimînin. Fîlîstîniyên ku ji ber krîza aborî nikarin biçin bajarên cuda, ji bo li bajêr nexweşxane çêkin têdikoşin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Gelê Filistînê ku di bin êrîş û ambargoya Îsraîlê de ye, ji bo peydakirina hewcedariyên xwe yên herî bingehîn jî zehmetî dikişîne. Êrîş û ambargoyê bandor li gelek qadên jiyanê kir. Lê sektora tenduristiyê di nav wan de yekem e. Li welatê ku gihandina gelek dermanan ne pêkan e, nebûna nexweşxane, bijîjk û ​​kêmbûna alavên jiyana nexweşên kronîk dixe xeterê.

Ji ber ku li bajarê Refah, ku dikeve başûrê Zîvala Xezayê, nexweşxaneyeke baş tune ye, divê nexweş ji bo nexweşxaneyên bajarên cuda bên veguhestin. Ev jî jiyana nexweşan dixe metirsiyê, her wiha malbatan jî di tengasiya aborî de dixe nava rewşeke dijwar.

Xebatkara Şaredariya Refahê Ferîal Zourob ku em bi wan re li ser mijarê axivîn, diyar kir ku weke jin bi salan e ji bo nexweşxaneyê têdikoşin, erêkirina înşaetê ji şaredariyê wergirtine, lê dewam nekir.

'Nebûna nexweşxaneyê herî zêde bandorê li tenduristiya jinan dike'

Ferîal Zourob tekez kir ku nebûna nexweşxaneyeke baş li bajêr û kêmbûna klînîkên heyî jiyana jinan dixe metirsiyê û diyar kir ku gelek jin di dema ducaniyê de rastî mirinê hatine. Ferîal Zourob anî ziman ku di dema kûrbûna krîza aborî de, wê rê li ber çûna nexweşxaneyan li bajarên din were girtin  û got, "Ez ji bo bi daxwaza avakirina nexweşxaneyekê kesane bi hevrêyên xwe re beşdarî gelek çalakiya rûniştinê û xwepêşandanan bûm. Ji ber ku em jinan di Federasyona Giştî, sendîka û komîsyonan de temsîl dikin, em hewl didin ku serlêdanên ku hatine kirin li seranserê parêzgehê ragihînin."