Li Nîjeryayê 7,7 milyon zarokên keç dê li dijî penceşêrê bên derzîkirin

Li Nîjeryayê hat ragihandin ku dê 7,7 mîlyon keç bên derîkirin da ku penceşêra malzarokê pir kêm bibe.

Navenda Nûçeyan – Li Nîjeryayê yê Rojavayê Afrîkayê, hikûmetê di çarçoveya têkoşîna li dijî kansera malzarokê de bi Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) re daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku di çarçoveya xebatên li hember pênceşêra malzarokê parastina keçên ciwan de derziya HPV’ê ketiye nava pergala parastinê ya rûtîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya kampanya derzîlêdanê ku li seranserê welêt hatiye destpêkirin de dê 7,7 milyon zarokên keç li dijî penceşêrê bên derzîkirin. Wezîrê Tenduristî û Karûbarên Civakî Mihemed Pate destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku li welêt her sal nêzî 8 hezar jin ji ber nexweşiyeke ku dikare pêşî lê bê girtin jiyana xwe ji dest bidin. Mihemed Pate bang li dê û bavan kir ku şîretan li zarokên xwe bikin ku derzî bibin.

Ji sedî 80’ê nexweşan li welatên navîn kêm dahat û pêk tên

Penceşêra malzarokê ku wekî kansera serviks jî tê zanîn, yek ji cureyên penceşêrê yên herî ku tê dîtin di nav jinên cîhanê de ye. Her sal di zêdetirî 500 hezar jinan de ev nexweşiya tê dîtin û zêdetirî 250 hezar jin jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Ji sedî 80 nexweşên penceşêra malzarokê li welatên navîn û kêm dahat pêk tên. Tenduristiya pêşîlêgirtinê, kontrolên bijîjkî yên birêkûpêk û derziya HPV’ê rêbazên bi bandor ên têkoşîna li dijî kansera malzarokê ne.

Lê belê derziya HPV (Human Papilloma Virus) hîn jî li gelek welatan di bernameya neteweyî de cîh nagire û bêpere nayê peyda kirin.