Li Klînîka Arî di dermankirina nexweşiyan de giya tê bikar anîn

Li klînîka Arî ku ev 3 sal in li Kantona Hesekê xebatên xwe dimeşîne, jin dermanên ku ji giyayên cuda amade dikin, di dermankirina nexweşiyan de bikar tînin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Li klînîka Arî ya ku ji aliyê Weqfa Jina Azad ve beriya 3 salan li Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, dermanên ku bi cûrbecûr giyayan têne amadekirin di dermankirina nexweşiyan de têne bikar anîn. Ronîda Nasir Xelef a li klînîkê dixebite, diyar kir ku ew xizmeta gelê Sûriyeyê bi giştî û gelê herêmê dike û diyar kir ku salekê di klînîkê de alîkariya ewil û kursên hemşîretiyê bêpere tên dayîn.

Ronîda Nasir Xelef da zanîn ku ew dixwazin di pêşerojê de klînîkê berfireh bikin û got, "Em dixwazin ji bo xwe gihandina hejmara herî zêde, departmanên din jî beşdar bikin.”

‘Em bi gîhayan nexweşiya laş tedawî dikin’

Ahlam Al- Sayed a ku bi rêbazên dayîk û dapîra xwe xebatê xwe dimeşine got ku ew bi giyayan nexweşiya laş tedawî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “kesên ku ji jêr şunve felc in û nexweşên bi felca serebral bêyî ku dermanên kîmyewî bikar bînin çend gîhayan tinîn cem hevdu. Ez vê dermanê bixwe çêdikim.”

Ahlam Al- Sayed diyar kir ku di dîrokê de her tim jin bi gîhayan ve xebatên xwe yên dermankirinê dane meşandin û wiha pêde çû: “Jin ji bo ku zarokan û nexweşiyan tedawî bikin her tim gihayên bi şîfa keşf kirine û bikar anîne. Gîhayên bi şîfa nexweşiyê ji kokê tedawî dike û heya demeke nade sekinandin. Ev rêbaz wext dixwaze.” Ahlam Al-Sayed da diyarkirin ku li derveyî kantona Hesekê jî  xizmeta jinan dikin.