Li Kirmanşan gel nikare xwe bigihîne dermanan

Li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê hemwelatî di dîmenên ku weşandin de hat diyarkir ku li bajar mirov nikarin xwe bigihînin ew dermanên ku jêre pêwîst û xelaya dermanan tê jiyan kirin.

Kirmanşan – Ji ber pêkanînên Îranê gelek sektur ketine wê rewşê ku nikarin xizmeta gel bikin. Yek ji van sektoran sektora tendirsûtiyê ye ku pêwîstiyên tendirsûtiyê dabîn dike.

Komara Îslamî ya Îranê polîtakayên xwe ên xelet ên aboriyê  fatura wê ji gel derdixe, li welat bê karî û xizanî her roja ku diçe kurtur dibe. Ji ber pêkanînên Îranê gelê li welat zoriyên cidî jiyan dikin. Gel di gelek rewşande hama bêje nikarin pêwîstiyên xwe ên rojane pêkbînin.

Li eyaleta Kirmanşan ya Rojhilatê Kurdistanê hemwelatiyek, li ser hesabê xwe ya medyaya dijital dimenek parve kir û bal kişad ku li bajar li dermanxaneyan derman nayên dîtin û divê mijarê de xela tê jiyan kirin. Destnîşan kir ku hinek dermanên alerjiyê ku bijîjk jêre nivîsandibû nabîne û da zanîn ku li bajar li gelek dermanxaneyan geriyaye û nekariye xwe bigihîne dermanan û wiha got: “Xebatkarên dermanxaneyê dibêjin ew dermanên ku pêwîstiya tê pê heye ji sala bûrî ve nehatine welat û ev derman nayê dîtin.”