Li Idlibê mafê kurtajê nayê nasîn: Jiyana jinan di xeteriyê de ye

Li Îdliba ku di bin dorpeça HTŞ'ê de ye, jinên ku nikarin xwe bigihînin mafê kurtajê ya bitendurist, hewl didin ducaniyên xwe yên naxwazin bi rêbazên ku jiyana wan dixe xetereyê de bi dawî bikin.

HADEEL EL-OMER

Idlib – Şert û mercên xirab a jiyanê ya li bajarê Idlibê ya Sûriyê, berdelên qanûnên şerîatê yên ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve tên pêkanîn û bêîstiqrariya bi piranî jinan didin. Ji ber li Îdliba ku di bin dagirkeriya çeteyên HTŞ û dewleta Tirk de ye kurtaj qedexe ye, jin hewl didin ducaniyên xwe yên naxwazin bi rêbaz û hawirdorên ne ewle ku jiyana wan dixe xetereyê de bi dawî bikin.

Jinan gelek Rêbazên beravêtina zarokan bikartînîn, di serî de dermanan vedixwin ev jî bandorên neyênî li ser tendrûstiya jinê ya bedenî û derûnî dike. Jin ji bo ducaniya xwe bidawî bikin an giyayan vedixwin an karên giran dikin yan xwe ji cihê bilind davêjin erdê.

Jineke 29 salî ya li kampên li bajaroka Atme ya Îdlibê dijî û nexwest navê xwe diyar bike, diyar kir ku ji bo ducanîbûna xwe bi dawî bike gelek rêbaza bikaranî ye û wiha got:

“Lê belê, ez sernetim. Piştre min raporek bijîjkî ya sexte ku diyar dikir ducanîbûna min ji bo jiyana min xeterî avadike amede kir. Ez ji bo ducaniyê ne amade bûm. Dahateke min a bi îstîqrar nîne û rewşa aborî her ku diçe xerabtir dibe. Ji ber şert û mercên heyî min nexwest zarokek bînim. Kurtaj ji bo min bibû neçariyek.”

'3 zarokên min hene û em nikarin pêdiviyên xwe yên xurekê bi cih bînin'

Jina ku da zanîn di dawiya sala 2019’an de ji bajarê Serakîbê yê Idlibê koçber bûne, wiha got: “Piştî koçberiyê em rastî zehmetiyên aborî yên giran tên. Sê zarokên min hene û em nikarin pêdiviyên xwe yên xurekê bi cih bînin. Li kampeke nêzîkî sînorê Sûriye-Tirkiyê, ji bo ku ez ji encamên aborî yên ducaniyê û jidayikbûnê dûr bikevim, neçar mam kurtaj bikim. Hevjinê min di înşaetê de dixebite û pir hindik pere qezenc dike. Pereyê ku ew qezenc dike têra hewcedariyên me nake. Hêza me ya kirînê

‘Jiyana min ket xetereyê’

Noura Al-Emîn a 32 salî jî destnîşan kir jinên ku hewl didin di nav maleke neguncav de kurtajê bikin jiyana xwe dixin xeterê û da zanîn ku dema meha borî hewil da bi dermanên ku li malê dixwarin zaroka xwe beravêje jiyan wê ket nava xeteriyê. Noura Al-Emîn wiha got:

"Ji ber bandorên ku min jiyan kir, min pêvajoyek dermankirinê ya dirêj derbas kir. Ji ber xwînrijandina malzarokê min emelyata hîsterektomiya bûm. Ew sedemek dermanên ku min ji bo qedandina ducaniyê li malê karanî bû. Jin ne xwediyê zanîne têrker in û xetereyên kurtajê nizanin.”

Noura Al-Emîn, diyar kir ku jin ji ber pirsgirêkên wekerewşa aborî û jicîhûwarbûnê jiyana xwe dixin xeteriyê û wiha got: “Tevî ku min hebên kontrolkirina ducaniyê bikar anî jî, ez ducanî bûm. Ev rewş min gelek şaşmayî kir. Ez di navbera du vebijarkan de mam. Bi awayekî ducanî di çandiniyê de xebitîn dê zehmet bibûya. Zarokên min hebûn, hevjîna min di encama ketina wê de ji gelek cihên laşê wê şikestin. Ji ber van pirsgirêkan ez neçar mam, ducaniya xwe bi dawî bikim.”

'Divê der barê plansaziya malbatê de agahî bên dayîn'

Bijîşka pispor Yasmine Shaaban jî behsa metirsiyên jinan ku hewil didin bi dermanên rasthatî ducanîbûna naxwazan bi dawî bikin, kir. Yasmîn Shaaban da zanîn ku ev derman di jinan de dibe sedema xwînrijandina cidî û wiha got:

“Jin ji ber kurtajên ku di bin çavdêriya bijîşk de nayên kirin serî li rêbazên cuda didin û di encamê de xwînrijandina rehîm û pitre jî heta girtina rehimê diçe. Ev jî dibe sedema mirina dayikê. Di demên dawî de ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar, bêîstîqrar û jicîhûwarkirina ducaniyên nayên xwestin gelek zêde bûn. Em dizanin ku gelek jin li Idlibê ji bo bidawîkirina ducaniya xwe yên nexwest serî li rêbazên xeternak û ne ewle didin. Ev dikare bibe sedema bêzarokanîna domdar û xirabûna şeklê rehîm e. Divê ji bo jinan li ser xetereyên kurtajên malê kampanya bên meşandin û der barê plansaziya malbatê de agahî bên dayîn.”