Li dijî pênceşêra pêsîrê mal bi mal semîner tê dayîn

Bi armanca hişyariya di warê tenduristî û piştgiriya derûnî, Heyva Sor a Kurd li navçeya Til Temirê ji bo jinan di tevgerê de ye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Meha Cotmehê weke meke têkoşîna li dijî pênceşêra pêsîrê tê zanîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi taybetî ji bo jin di warê derûnî û tenduristî de hişyar bin xebat tên kirin. Endamên Heyva Sor a Kurd li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gundewarên navçeyê serdana mal bi mal dikin û der barê nexweşiya penceşêrê de di vê mehê de semîneran didin. Her wiha li Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn jî piştgiriya derûnî tê dayîn.

Ji destpêka meha Cotmehê heta 12'ê di 55 rûniştinan de 203 jin derbarê nexweşiya penceşêra pêsîrê de hatine agahdarkirin û sûd girtine. Endama Beşa Hişyariya Tenduristiyê Nalîn Yûnis, Endama beşa Piştgiriya Derûnî Seher Miho û yek ji jinên semîneran dibîne der barê vê mijarê de axivîn.

'Hişyarî hebe zû tê keşifkirin'

Nalîn Yûnis got ku ew ji bo hişyariya tenduristî ya nexweşiya penceşêra pêsîrê di vê mehê de giranî dane serdana malan û wiha dom kir: "Mal bi mal ji bo danesîna nexweşiya penceşêra pêsîrê, sedemên pêketinê, awayê keşifkirinê û çawaniya dermankirinê tê ziyaretkirin. Li ser vê nexweşiyê pirsên guhdarvanan jî çêdibin û bi vî awayî hişyariya vê nexweşiyê zêde dibe. Dema ku hişyarî çêbibe nexweşî zû dikare were keşifkirin û rêjeya xistina nexweşiyê bin kontrolê û têkbirina wê jî zêde dibe."

'Ger jin van guhertinan di pêsîra xwe de bibînin divê yekser serî li bijîşkan bidin'

Nalîn Yûnis da zanîn ku ji ber pêketinên vê nexweşiyê herî zêde bêtir jin in, ew di semînerên xwe de jinan dikin hedef û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji zarokên keç ên 15 salî heta jinên temenê wan mezin, ev hemû jî dibin hedefa semînerên ku em didin. Ji ber her jinek rûbirûyê pêketina penceşêra pêsîrê ye û em nikarin vê nexweşiyê bispêrin sedemekê. Sedema nexweşiya penceşêra pêsîrê nenas e, li ser vî bingehî hişyarî ji jinan re çêdibe. Çawaniya naskirina vê nexweşiyê ji sîng û serê pêsîrê de xuya dibe ku hin guhertin di sînga jinê de çêdibe.

Mînak sîngek ji ya din kintir an dirêjtir e, biçûk an jî mezintir e û rengê yekê bi ser rengê pirtiqalî ve diçe û diqeşire. Ji serê pêsîrê xwîn derdikeve yan jî serê pêsîrê dikeve hundir û ev ji derveyî xwezaya pêsîrên hin jinan ku ji berê de serê pêsîrê di hundir de ye. Carna jî di bin çengan de ev nexweşî der tê. Piştî reglê bi hefteyekê divê jin xwe venêrîn bikin. Lê jina ku ji reglê qut bûye divê serê mehê carekê û jinên 40 sal derbas kiribin divê salê carekê xwe venêrîna memografîk çêbikin. Jin divê guhertinên ku di pêsîra wan de çêdibe  nas bikin, tenduristiya xwe paşguh nekin û serî li bijîkên jin bidin."

'Êrîş dorpêç û koçberî bandorê li derûniyê dike'

Seher Miho jî bal kişand ser êriş, dorpêça ku li ser heremê tê ferzkirin ku ev yek bandorê li derûniya jinan dike û got: "Êrîş, dorpêça li ser herêmê hatiye ferzkirin û koçberiya salên dawî li herêmê çêbûn, dana piştgiriya derûnî ji zarok, jin, kesên temenê wan mezin, astengdar û jinên ciwan pêwîstiyek e. Ji bo ku mirov bikaribe di rewşên êrîşan de tirs û ketina pirsgirêkan de riyên çareseriyê bibîne, pêwîstiya wan bi piştgiriya derûnî heye. Jin, zarokên keç û jinên ducanî herî zêde di rewşên şer de bi taybetî êrîşên herî dawî li ser xetên sînorî yên herêma me ligel koçberiyê, rûbirûyê tundiyeke mezin hatin. Ji ber êrîşan, jinên ducanî zarok ji ber wan çûn, zarok, bav, bira ango xwişkên xwe di êrîşan de winda kirin. Ev hemû rewşên ku jin bi wan re rûbirû dimînin pêwîstiya wê bi piştgiriya derûnî hene ku bandorê li ser derûniya wan çêdike."

Mijarên piştgiriya derûnî

Seher Miho da xuyakirin ku ew ji bo zarokên keç ên têgihîştî, jin û kesên temenê wan mezin xwedî plan in û wiha pêl da gotinên xwe: "Hin rûniştinên me yên giştî li gorî mijarê hene, rûniştinên hişyariya derûnî ji bo zarokên biçûk û mezin jî tên lidarxistin. Mijarên me li ser têkiliya zarokan û kesên temenê wan mezin  bi hev re, tedawiya şopa şoka derûnî li ser zarokan, razana bi tendurist im. Em çawa pirsgirêkan analîz bikin û mekanîzmayên çareseriyê bêyî stres peyda bikin û ligel hin çalakiyên girêdayî zarokan û girtina enerjiya pozîtîv in. Di heman demê de em siriyeta nexweş û rihetiya wan gelek diparêzin. Ev rûniştin encamên baş bi xwe re tînin û kesên nexweş ên ku tên jî sûdê digrin."

'Psîkolojiya saxlem mertala bedeneke saxlem dûrî nexweşiyan e'

Seher Miho bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Jinên ku pêwîstiya wan bi guhdarkirin û vegotina pirsgirêka xwe heye, bêyî teredut divê serî li navenda me bidin. Pêwîst e jin her tişt di dilê xwe de negirin û ji bo vegotina her tiştî rihet be. Saxlemiya tenduristiya derûnî pir girîng e. Ger psîkolojî xirab be zirarê dide bedenê û di vê rewşê de beden êdî refleksan dide. Di rewşa acizbûyînê de tansiyon bilind dibe yan jî dadikeve, germahiya laş zêde dibe û dibe ku nexweşiya şekir jî çêbibe. Em hewl bidin psîkolojî û bedena xwe saxlem bihêlin."

‘Me van agahiyan nedizanîbû'

Minîfa Mihemed a 50 salî ji pêkhateyên Ereb e û ji gundê Til Hefiyan ê rojhilatî navçeyê ye got ku gelek semîner bi sûd bûne û wiha behsa wan kir: "Li ser nexweşiya penceşêra pêsîrê semîner tên dayîn û ji bo me gelek bi sûd in. Berê me ev agahî hemû nizanibûn. Em êdî dizanin ku divê mirov bi xwe li bedena xwe baldar be. Berê dibe ku me werimandinek bidîta me yê bigota ku kêzik an jî germêşê pêve daye lê niha dema em tiştekî wiha dibînin em yekser dizanin tiştekî ne normal heye divê em serî li bijîşkan bidin."