Li Cezayîrê mirina zarok û dayikan girtin markaj ê

Dema ku Wezareta Tenduristiyê ya Cezayîrê mirina dayik û zarokan girt lêkolînê, daxuyanî ji aliyê wezîrê tenduristiyê welat ve hat dayin.

Cezayîr - Hat ragihandin ku, li Cezayîrê di salên dawî de mirina zarokan gelekî kêm bûye. Di lêkolîna herî dawî ya ku ji aliyê Midûriyeta Nifûsê ya welêt ve di sala 2017’an hatî amadekirin de derket holê ku di sala 2000’î de rêjeya mirinê ku ji hezar jidayikbûnên sedî 36,9 bû, daket sedî 21’ê. Xebatên ku di derbarê mijarê de hat meşandin, Wezîrê Tenduristiyê yê Cezayîrê Abderrahmane Benbouzid eşkere kir. Wezîr di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo kêmkirina mirina dayik û zarokan a li welêt xebatên girîng hatine kirin û destnîşan kir ku ew lêkolîna Komên Nîşaneyên Pirjimar (MICS6) meşandine û ev lêkolîn wekî stûna pêncemîn a bernameyek navneteweyî dewam dike.
Di her qonaxê de soza wekheviyê 
Wezîr bal kişand ku zarokên di bin 18 saliyê de dema ku zarokan tîne dinyayê rêjeya mirinê zêdetir e û got ku ev ji pirsgirêka tenduristiyê zêdetir pirsgirêkeke civakî ye û wan daneyên saxlem bi şopandina pêvajoyên ducaniyê yên hemî jinên di temenê zayînê de ji ducaniyên wan bi dest xistin. Wezîr diyar kir ku li gorî daneyên lêkolînê, armanca wan bernameya sepana domdar e ku di her qonaxê de ji bo jiyaneke bi tendurist ji bo her kesî û bi taybetî kêmkirina mirina dayik,zarokên nû dayikbûne û zarokan, armanc dike û got, “Em armanc dikin û dê hewl bidin ku di xizmetên tenduristiyê de bêyî cûdahiyên erdnîgarî û aborî wekheviyê pêk bînin.”