Li Başûr rêjeya jinan di beşa tendûristiyê de zêde dibe

Hewldan û têkoşîna jinên ciwan a di warê xwendinê de bûye sedem ku hejmara xwendekarên jin ên ciwan li Kurdistanê di beşa tendûristiyê de zêde bibe.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Xwendin ji bo hemû kesên civakê yên ku çend qonaxan de derbas dibin û digihîjin qonaxa zanîngehê qadeke girîng e. Ji ber vê xwendekar bi xwendinek pispor heta ku di qada xwe de dibin xwedî ezmûna xwe, dîplomayê bigrin; dikarin xizmetê ji bo civakê bikin.

Li gorî daneyan, li beşek ji zanîngehên herêma Kurdistanê rêjeya jinên ciwan di beşa tendûristiyê de zêdetir e. Li gorî daneyên polîteknîka Silêmaniyê, ji sedî 65.2 jinên ciwan di beşa tendûristiyê de ne û di zanîngeha qeywana navdewletî de rêjeya jinên ciwan di vê beşê de ji sedî 43 ye. Li gorî vê, dermasaz ji sedî 60, bijîjkên diran ji sedî 36.2, şikariya nexweşan ji sedî 48 û rontgen ji sedî 37 e.

Dermansaz û mamosteya zanîngeha qeywana navdewletî Renû Abdulwehîd behsa girîngiya xwendinê kir û diyar kir ku beşa tendûristiyê ji nivîs û xwendinê dest pê dike û heta qonaxa zanîngehê ku yek ji qonaxên herî girîng e didome.

‘Di beşa tendûristiyê de rêjeya jinên ciwan zêdetir e’

Renû Abdulwehîd wiha behsa rêje û ezmûna jinên ciwan kir û got: “Li gorî daneyan di beşa tendirustiyê de rêjeya jinên ciwan zêdetir e. Ev jî ji ber hewldanên jinên ciwan e. Her wiha ji bo guherîna ramanên paşverû yên civakê, li gorî wan xebata jinan û xwendina wan di zanîngehan de pêwîst nake. Jinên ciwan zêdetir dixwazin bi pileyek bilind cih bigrin. Ji ber aliyê madî baş e û di nava civakê de baş tê dîtin. Ji bo hibiljartina beşa tendirustiyê pêwîst e daxwaza alîkariya xelkê ji dil hebe. Ji ber ku ev beş destpêkê pêwîstî bi kêrhatî û xebatê heye. Ji ber vê pêwîst e hezkirin ji bo hilbijartina beşa tendirustiyê hebe.”

Renû Abdulwehîd der barê rêjeya jinan di ve beşê de li zanîngeha Qeywan a navdewletî de bi bîr xist ku jinên ciwan bi awayek berbiçav beşdarî beşa tendirustiyê dibin, bi taybetî beşa dermansaziyê. Renû Abdulwehîd da zanîn ku rêjeya jinên ciwan ji sedî 60 zêdetir e.

‘Alîkariya malbatan ji bo diyarkirina xwendina jinên ciwan heye’

Renû Abdulwehîd bi van gotinan behsa bandora malbatê û civakê kir û wiha got: “Malbat ji zarokatiyê ve beşên zarokên xwe yên keç diyar dikin ku dê kîjan hilbijêrin. Ji aliyê jinên ciwan ve di dema diyarkirina beşan de malbat pêşeroja zarokên xwe yên keç diyar dikin. Niha ji ber malbat rê li ber jinên ciwan digrin nahêlin ku beşên xwe bi xwe hilbijêrin, dibe sedem ku di pêşerojê de rêjeya jinên ciwan di beşa tendirustiyê de zêde bibe.”