"Li Afganîstanê di 4 salan de 58 hezar dayik dibe ku bimirin!"

UNICEF'ê, hişyarî da ku wê li Afganşstanê di nava 4 salan de 58 hezar dayik ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest bidin û got: "Dibe ku ev yek di jiyanan de bibe sedema encamên tirsnak."

Navenda Nûçeyan – Rapora 8’ê Nîsanê ji aliyê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hat eşkerekirin balê dikişîne ser westandina alavên tibbî yên li nexweşxaneyên ku li paytexta Afganîstan Kabîlê ji dayikan re xizmetên tenduristiyê pêşkêş dikin û wiha hat gotin: “Talîbana ku Kabîlê dagir kir, di warê tenduristiyê de jî jin û mêr ji hev cuda kirin. Ji ber vê sedemê li Nexweşxaneya Tenduristiya Dayika Malalay a Kabîlê gelek qerebalixî çêbû û ji niha de amûrên bijîjkî yên nexweşxaneyê û derman li ber qedandinê ne.”

"Dibe ku mirin çêbibin!"

Di raporê de bal hat kişandin ser girîngiya teşhîskirin û dermankirina jinan û ji bo şopandina jinên ducanî û wiha hat gotin: "Piştî rawestandina xizmetên tenduristiya jiyana keçên ciwan û jinan dikeve bin xeterê û dibe ku mirin çêbibin. 58 hezar dayik û 5.1 milyon jinên ji ber sedema nexwestine ducanî bimînin jiyana xwe ji dest bidin.”

"Her du saetan jinek ducanî jiyana xwe ji dest dide "

Di raporê de hat bibîrxistin ku her du saetan jinek ji ber pirsgirêkên ducaniyê jiyana xwe ji dest dide û ev tişt hatin gotin: “Li welatekî bi vî rengî êdî alavên tibbî pir girîng in. Ji ber ku çavkaniyên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê qediyane û piştgiriya ku em distînin jî kêm dibin. Di van 20 salên borî de li Afganistanê xezmetek baş a tenduristiyê bi giştî hat kirin. Her çendî di navbera salên 2000 û 2019’an de rêjeya mirina dayik û zarokan kêm bûbe jî cardin di tevahiya cîhanê de di nava welatên herî rêjeya wê zêde de cîh digire.”

"Dibe ku rê li ber encamên xirab veke"

Di raporê de bal hat kişanda ser wê yekê ku pêşkeftinên hatine bidestxistin girîng e, lê dema ku Talîban welat bigire bindestê xwe dibe ku rê li ber paşverutiyan veke û wiha dom kir: "Ev jî dikare bibe sedema encamên xirab di jiyana zêdetirî 4 mîlyon keçên ciwan û jinan de. "