Li Şehbayê jin ‘tiba xwazeyî’ hildibijêrin

Navenda Tibê ya Fîzîkî û Perwerdehiyê ya Şahmeran li şûna dermanên kîmyewî yên li ser jinan bandorên neyînî çêdike, armanc dike bi rêbazên xwezayî civakek tendirust ava bike.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Navenda Tibê ya Fîzîkî û Perwerdehiyê ya Şahmeran, di dîroka 15’ê Çileyê de ji aliyê Kongra Star a Efrîn-Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate vekirin. Navend ji bilî tedawiya fizîkî bi dermanên xwezayî yên ji nebatên bi şifa û rûnên xwezayî amede dike, bi pisporan re xizmet dide.

Berdevka Navenda Tibê ya Fizîkî û Perwerdehiyê ya Şahmeran Connîe Mustafa, diyar kir bi Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star re ji bo jinan dixebitin û Komîteya Tendirustiyê bi armanca bigihijê hejmarek zêde ya jinên li herêmê, bi rêya komunên gund ji jinan re waneyên hişyarkirinê didin.

Konî Mustafa da zanîn xebatên Komîteya Tenduristiyê ya di nava komînan de bû kevirê bingehin a avakirina Navenda Tibê ya Fîzîkî û Perwerdehiyê ya Şahmeran û wiha axivî: “Di encama nîqaşên di waneyan de hatin kirin de, hat fêmkirin ku ev navend hewceye. Dermanên xwezayî, di tedawiya gelek nexweşiyên ku bi dermanên kîmyewî re dermankirina wan zehmet de tên bikaranîn. Em hewl didin sûdên dermanê xwezayî belav bikin û bikaranîna dermanên kîmyewî kêm bikin. Ji ber ku dermanên heyî, di gurçik û kezebê de dibin sedema gelek xisaran.”

Jinan ji bo welidînê amade dikin

Konî Mustafa, diyar kir navend hewl dide hemû pêdiviyên jinan misoger bike û axaftina wiha berdewam kir: “Em dixwazin rêjeya sezeryan jî kêm bikin. Ji bo vê amûrek me ya eko û dîmen nîşandanê heye. Ji ber ku kîloyên zêde bandorek neyînî li tenduristiya jinan dike, em tedawiya jinên pirsgirêka obezîte dijîn jî dikin. Ji bilî malzemeyên lênêrîna por û term ji bo nexweşên ku pirsgirêkên astim, hemorroîd û dîskê diêşin jî ji malzemeyên xwezayî dermanên têkel tên amadekirin."

Bandorên neyînî kêm dike

Konî Mustafa, diyar kir navend hemû têkelên ku di tedawiyê de tên bikar anîn ji malzemeyên xwezayî û rûnan tên dest xistin û wiha got: “Bandora vê dirêjtir didome û ji ber ku di astek bilind de xwezayî ye tu bandorek neyînî nîne. Dema berevajî madeyên kîmyewî rast bên bikaranîn, bêyî semptom bibe encamek bi bandor dide.”

Tevî êrîşan jî dev jê bernadin

Endama Daîreya Werzîşê ya Navendê Amîra Sîdo bal kişand li ser dorpêça hikûmeta Şamê ya li herêmê û êrîşên dewleta Tirk ên berdewam dike û got tevî derfetên xwe yên kêm jî li herêmê performansek serkeftî pêşkêş dikin. Amîra Sîdo diyar kir beşa werzîşê ya li navendê ji bilî perwerdeyên bi armanca hêsankirina welidîna xwezayî ya jinên ducan û rêjeya welidîna sezaryên kêmbikin,  ji bo jinên ducanî ezgersîzên taybet ên li gorî rewş xwe bikin, jîngeheke rehet misoger dike.

Amîra Sîdo, da zanîn her wiha navend ji bo jinên pirsgirekên wan ên obezîte, nexweşiyên pirûsk û hwd. waneyên hişyarkirinê jî dide û wiha got: “Em ji bo kesên tên navendê, bernameyek xwarinê ya xwezayî jî pêşkêş dikin. Ji kesên serlêdana navendê dikin re, bi taybetî dibêjin divê girîngî bidin tenduristiya xwe û îhmal nekin. Em bang li jinên ku di hemû mijarên tenduristiyê de ji pirsên xwe bersîv digerin dikin ku serî li navendê bidin.”

Jin xwedî li navendê derketin

Magdoline Zeîno ya di beşa jinan a navendê de kar dike jî, balkişand di demên dawî de welidîna sezeryan pir zêde bûne. Magdoline Zeîno, diyar kir gelek jin tevî ku ne mecbûrî ye jî welidîna sezeryan tercîh dikin û anî ziman welidîna sezaryan li ser tenduristiya jinan gelek bandorên neyînî çêdike. Magdoline Zeîno, wiha got: “Bi sezeryanê zarok anîn di nava emeliyatên xeter de cih digre. Di vê navberê de gelek dermanên kîmyewî tên bikar anîn û di gelek rewşan de li fetûsê dibe sedema qisûra zarok anînê. Wek navend ji bilî tedawiyên ku em bi egzersîzên werzîş û nebatên dermanên xwezayî bikin, em şêwirmendiya tibî jî didin.”

Magdoline Zeîno, destnîşan kir ji dema vekirina navendê vir ve ji aliyê jinan ve di mijara bersivgirtîna pirsên xwe û şopandina ducaniya xwe de daxwazek pir dibînin û herî dawî wiha axivî: “Ji ber ku navenda ji jinan re hem di aliyê derûnî û hem jî fizîkî de piştgirî dide, ji aliyê jinan ve bi erênî hat pêşwazîkirin. Bi taybetî ji ber ku ji aliyê jinan ve xizmet tê dayîn, di heman demê de rehetiyek jî misoger dike. Navend, armanc dike ku hem di warê xizmet, hem lênêrîn û hem jî eleqederbûne de bibe cihekî ku herî zêde pêwîstiyên jinan misoger dike.”