Li Îngîltereyê hejmara jinên ku hêkên xwe dicemidînîn zêde bûye

Pispor dibêjin di dema koronayê de sînordarkirina pêkanînan rê li ber hîn zêdetir parastina zayokiya jinan vekir.

Navenda Nûçeyan- Li Îngîltereyê li gorî rêjeya herî dawî hejmare jinên ku  hêkên xwe cemidandin bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Li gorî rapora Saziya Embriyolojî û zayokiya mirovan (Human Fertilisation and Embryology Authority-HEFA) li Îngîltereyê hejmara jinên ku hêkên xwe cemidandin bi awayek berbiçav zêde bûye.

Li gorî raporê rêjeya cemidîna hêkan di sala 2019’an de ji sedî 2.576 bû. Ev hejmar di sala 2021’ê de gihîşt 4.215 ango ji sedî 64 zêde bû. Hinek pispor dibêjin şewba Koronayê bandorek mezin li ser hejmara jinên ku dixwazin hêkên xwe bicemîdinin kiriye.

Rêveberê Progress Education Trust Sarah Norcross got: “Hejmara zêdebûna cemidandina hêkan têkiliya xwe bi dema pandemiyê re heye. Di dema Koronayê de sînordarkirina pêkanînan, gelek jinan teşwîq kir ku zêdetir li ser zayokiyê bifikirin û biryara hilbijartina zêdebûnê bidin.”