Jinên Sûdanî piştî şer Meha Cîhanî ya Hişyariya Penceşêra Memikê bibîr anîn

Li Sûdanê jin piştî şer û pevçûnên ku li herêmê qewimîn, Cotmeha Pembe ya ji bo tesbîtkirina zû ya penceşêra memikan, bi çalakiyan derbas dikin.

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Ji destpêka pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di Nîsana 2023'an de destpê kirin yekem car e ku nexweşxaneya Onkolojiyê ya Xartûm ku wek "Al-Dura" tê zanîn a li navenda paytexta Sûdanê ye, Cotmeha Pembe Meha Cîhanî ya Hişyariya li ser Penceşêra Memikê, bibîr tîne.

Nexweşxaneya Xartûmê di bin şert û mercên pir aloz de û zirara berfireh a ji ber şer  de, ji nû ve dest bi çalakiyên xwe kir. Bernameya îsal jî di demeke wiha de pêk tê.

Çalakî ji bo Cotmeha Pembe hatin lidarxistin

Radiya Cibrîl ragihand ku nexweşxaneya Onkolojiyê ya Xartûmê dixwaze çanda pêşîlêgirtin û tespîtkirina zû di nav jinan de belav bike û asta hişyariya civakê ya li ser penceşêrê û rêbazên pêşîlêgirtina wê bilind bike. Radiya destnîşan kir ku nexweşxaneyê di meha Cotmehê de bi boneya "Cotmeha Pembe" hejmarek çalakî li dar xistiye û ev agahî dan: “Ji bilî banga muayeneyên periyodîk, kampanyayên hişyariyê li ser girîngiya muayeneya xwe û tespîtkirina zû ya penceşêra memikê jî di nav de bûn.”

Gelek nexweş karîbûn dermankirinên xwe bidomînin

Radiya Cibrîl got ku ji nû ve destpêkirina çalakiyên nexweşxaneyê piştî şer ji bo jinên bi penceşêra memikê ketine, kêfxweşiyek mezin bûye. Radiya anî ziman di dema bêçalaktiyê de, rastî astengiyên mezin hatine. Radiya rewşa wê demê wiha vegot: “Hejmarek nexweşan karîn dermankirinê bidomînin û bighîjin qonaxa başbûnê, di heman demê de hejmareke mezin ji nexweşan ji ber şer pirtûkên şopandina xwe winda kirin, ku vê yekê temamkirina rêyên dermankirinê dijwartir kir. Nexweşxane ji destpêka çalakiyên ‘Cotmeha Pembe’ ve rojane di navbera 16 û 17 de nexweşan digre, di nav de bûyerên şopandinê û pişkinîna zû ya ji bo penceşêra memikê jî heye.”

Nexweşxaneyan ji bo seranserê Cotmehê deriyên xwe vekirine

Ji destpêka Cotmehê heta dawiya mehê, nexweşxaneya Penceşêrê ya Xartûmê her roj deriyên xwe vedikir da ku jinan pêşwazî bike û pişkinînên zû yên penceşêra memikê bê pere bike. Arrmanca wê, hişyarkirina li ser nexweşiyê û destnîşankirina girîngiya kontrolên birêkûpêk û baldariya li ser tenduristiya jinan bû.

Nexweşxane çalakiyên xwe carek din zindî dike

Seroka beşa radyoterapî ya li nexweşxaneya Xartûmê Nahêd Farûq eşkere kir ku nexweşxane dixwaze çalakiyên 'Cotmeha Pembe' piştî ku di salên şer de rawestiyabûn, ji nû ve vejîne. Nahêd Farqû da zanîn, ji ber ku destnîşankirina vê bûyerê pabendbûnek nûkirî ji bo zêdekirina hişmendiya li ser penceşêra memikê, zêdekirina derfetên ji bo teşhîsa zû û dabînkirina piştgiriyek berdewam ji nexweşan re temsîl dike.

Ji ber şer gelek nexweşane ji xizmetê bêpar man

Ji destpêka pevçûnên li Sûdanê ve, kapasîteya nexweşxane û navendên tenduristiyê ji bo dabînkirina xizmetên dermankirina penceşêrê, kêm bûye. Gelek navendên li Xartûmê xebatên xwe rawestandine, lê yên din li hin eyaletan bi kapasîteya sînorkirî berdewam kirine ku xizmetan peyda bikin. Ev yek hejmareke mezin ji nexweşên penceşêrê, di nav de jin jî, ji ber kêmbûna dermanan û bêwarbûna personelên bijîşkî, ji gihîştina birêkûpêk a dermankirinê bêpar kiriye.

Banga zêdekirina bernameyên hişyarkirinê

Ubeyda Adam ku di laboratuwara nexweşxaneyê de dixebite, destnîşan dike ku hejmareke mezin ji jinan ji bo muayeneyên zû serdana nexweşxaneyê dikin, pir caran ji ber teşhîsa penceşêra memikê di fikar û stresê de ne.

Ubeyda Adam dibêje ku karmendên nexweşxaneyê dixwazin jinan piştrast bikin û tekez dikin ku serdana nexweşxaneyek onkolojiyê ya pispor nayê wê wateyê ku ew bi penceşêrê re rûbirû ne. Ubeyda bang li rayedarên têkildar dike ku bernameyên hişyariya tenduristiyê di nav civakan de zêde bikin, jinan li ser girîngiya tespîtkirina zû ya penceşêra memikê û pêwîstiya muayeneyên birêkûpêk perwerde bikin.