'Jinên Mexribê ji bo tenduristiya jinan dest didin hev'
Federasyona Hevbenda Mafên Jinan a Mexribê ragihand ku ji bo xizmetên tenduristiyê bê pere bidin jinên Mexribî, tîmek ava kirine û destnîşan kir ku pêwîstiya jinan bi xizmetên tenduristiyê yên domdar heye.

HENAN HARÊT
Mexrib – Tîmên tendirustiyê ji bo kêmkirina pirsgirêkên tendrustiyê yên jinên Mexribê dixebitin û astengiyên binesaziyê yên pergala tendurustiyê çareser dikin. Gelo ev însiyatîf dikarin mafên jinan ji bo dermankirina domdar misoger bikin, an tenê çareseriyek demkî ne? Di van însiyatîfan de piştgiriya jinan a derûnî tê kirin, her wiha ji bo jinên ku rastî şîdeta malbatê hatine hişyariya tenduristiyê jî tê pêşkêşkirin.
Ji sedî 20’ê jinên Mexribê pirsgirêkên xizmetên tenduristiyê dikşînin
Li gorî rapor û lêkolînan nêzî ji sedî 30’ê jinên li gundewaran dijîn, ji ber binesaziya wan a tenduristiyê tuneye, ji lênêrînên tenduristiyê bêpar mane. Di heman demê de li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Mexribê ji sedî 20 jinên ku li deverên cuda dijîn, bi kêşeyên xizmetên tenduristî re rûbirû dimînin.
Kontrolên tenduristiyê bê pere dikin
Federasyona Hevbenda Mafên Jinan a Mexribê ji bo pêşkêşkirina lênêrînên tenduristî û peydakirina dermanên ji jinên gundan re, dest bi însiyatîfa xwe ya tîmên bijîşkî kiriye. Ev tîm li stargeha ji bo mexdûrên tundiyê ya taxa El-Wehdê ya El-Mehmediyê ya Mexribê karê xwe yê tenduristiyê ji bo rojekê dimeşîne. Gelek jin û zarok ji vê lênêrînê sûdê digrin, her wiha dermanên xwe jî bê pere distînin. Ev demeke dirêj e jinên vê taxê li benda lênêrînek tenduristiyê bûn. Divê karê van tîmên bijîşkî bi rojekê sînordar nemîne û berdewam bikin.
'Di tîmên bijîşkî de pisporên gelek nexweşînan hene'
Ji Federasyona Hevbenda Civakî Hekîma Weqas ku di nava jinan de armancên hevbendê şîrove dikir, wiha dibêje: "Tîmên bijîşkî ne tenê dermanan peyda dikin, di heman demê de ew di bin şert û mercên zehmet ên jiyanê de hestên ewlehî û lênêrînê didin jinan. Birêxistinkirina tîmên bijîşkî yên bi vî rengî ji bo jinên ku di rewşên xeternak de dijîn, pir pêwîst e. Di tîmên bijîşkî de bijîşkên pispor ên nexweşînên jinan, şekir, hîpertansiyon û nexweşînên tiroîdê hene."
'Pêdivî bi çareseriyên domdar heye'
Hekîma Weqas destnîşan kir ku gelek jinên tên gel wan, bi salan e muayeneya bijîşkî nedîtine û wiha got: "Hinek jin hene cara yekem hîn bûn ku nexweşiyên giran, şekir û tansiyona bilind bi wan re heye. Ev tîm ne tenê derman dikin, di heman demê de jiyana mirovan jî diparêzin. Ji ber ku jinan di warê girîngiya lênêrîna tenduristiyê de hişyar dikin. Tenê tîmek bijîşkî têra dermankirina jinan nake. Divê ev însiyatîf berfirehtir bibe. Pêdiviya me bi çareseriyên domdar û pergaleke tenduristiyê heye. Ev pêngavek girîng e lê têr nake."
'Hevkarî wê xizmetên tenduristiyê domdar bike'
Seroka Federasyona Hevbenda Mafên Jinan li El-Mehmediyê, Nebîla Celal da zanîn ku ev tîm beşek ji stratejiyek berfirehtir e, armanca wê pêşxistina hişyariya tenduristiyê û misogerkirina mafên jinan ên ji bo lênerîna bijîşkî ye û wiha domand: “Ji bo başkirina binesaziya tenduristiyê dixebitin. Her wiha em hewl didin xizmetên xwe berfirehtir bikin ku hemû jinan di nava xwe de bigre, bi taybetî li herêmên dûrî bajaran, jê sûd digirin. Ji ber rewşa aboriya jinan nikarin kontrolên tendirustiyê bikin. Bêyî misogerkirina mafên jinan ên tenduristiyê tu pêşketinek çênabe. Hevkariya di nava civaka sivîl û qada tenduristiyê de ji bo domdariya xizmetên tenduristiyê jî gelek girîng e."