Jinên ku dixwazin kurtajê bikin tên astengkirin

Jinên ku li bajarê Ciwanroyê dijîn diyar kirin ku zarokên wan di dema testên destpêkê yên ducaniyê de bi nexweşiyan ketine û dema xwestine kurtajê bikin, bi hincetên curbecur ji aliyê bijîşkan ve pêşî li wan tê girtin.

SARAH MUHAMMEDI

Ciwanro- Di dema ku jinên ku zarokên bi hewcedariyên taybetî yên bedenî, derûnî û behreyî ji dayîk dibin, rastî zextên derûnî tên, ger kar bikin an jî karekî taybet hebin êşa wan duqat dibe. Li Îranê bi qanûna kontrolkirina ducaniyê û qedexeya kurtajê re, jin rastî zehmetiyên curbicur tên. Ger di dema muayeneyan de anormaliyên di fetusê de derkevin holê, jin bi gotinên wekî 'dikare emeliyat bibe' an jî 'bi dermanan tê dermankirin' ji kurtajê dûr dikeve. Di encamê de jinên ku zarokên astengdar tînin cîhanê bi gelek pirsgirêkên derûnî û aborî re rû bi rû dimînin. Hin jinên bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê di dema ceribandinên ku di qonaxên destpêkê yên ducaniyê de didin zarokên ku dê ji dayik bibin rastî rewşên ne asayî tên, dema ku dixwazin kurtajê bikin ji aliyê bijîşkan ve tên astengkirin.

Kurtajê qebûl nekirin

Yek ji van jinan Afaq N.A. 38 salî ye. Afaq N. têkildarî rewşa kurê xwe yê xwedî pêdiviyên taybet wiha got: "Du kurên min ên din hene, kurê min ê mezin 16 û yê duyemîn jî 9 salî ye. Min xwest keçek çêbibe. Di her du zarokên xwe de tu pirsgirêk derneket. Lê zarokê min yê 3’emîn astengdar e. Piştî gotûbêjeke dirêj komîta bijîjkî ku ji 4 bijîjkan pêk dihat got ku şansê başbûna zarokê min ji sedî 80’ê ye û îhtîmala xwarbûna pirûsk heye ku dê bi ameliyatê were rastkirin..Ez dixwazim kurtajê bikim lê wan qebûl nekir."

 Bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ma

Afaq N. destnîşan kir ku piştî welidandina kurê xwe lêçûnên dermankirinê zêde bûn û wiha dewam kir: “Ji ber lêçûnên dermankirinê rewşa me ya aborî xirabtir bû. Piştî du mehan bê rawestan giriyam, ez jî hîn bûm ku kurê min ker bûye. Her ku mezin bû, şiklê wî hat guhertin. Dest û lingên wî bi awayekî ne normal guherî û nikarîbû rûne. Ez çûm cem bijîjk û gotin çare nîne. Piştre wan tedawiya fizîkî pêşniyar kirin. Wan ji min xwest ku ez sebir bikim heya ku ew bibînin ka ew ê bi terapiya fizîkî çêtir bibe. Dema ku ew yek salî bû, me ultrasound kir û diyar kirin ku kîsikê zirava wî tijî kevir bûye. Hate gotin ku pêwîste kîsê zirava wî bi emeliyatê were rakirin. Min qet nebihîstiye ku zarokekî yek salî kîsê ziravê tijî kevir be. Bijîşkan jî diyar kirin ku ev rewş kêm e.”

Dixwest ducaniya xwe biqedîne

K.B. ya 38 salî ku zaroka wê xwedî pêdiviyên taybet e, serpêhatiyên xwe bi van gotinan got: “Ji ber ku di nava malbata me de zarokek astengdar hebû, beriya ku ez zarok bînim min hemû muayeneyên pêwîst kirin. Ji ber vê yekê me yê ti pirsgirêkan bi xwedîkirina zarokan re pirskirêk jiyan nekira. Di ducaniya xwe ya duyemîn de, min hemû test kirin û ji min re hat gotin ku zaroka min ne normal e, dibe ku pirsgirêkên wê hebin û divê ez du hefte bisekinim û dîsa tehlîlan bikim. Min yekser xwest ku ez kurtajê bikim. Lê belê, bijîjkan gotin ku ew dikare bi dermanan baştir bibe. Ez demekê di bin çavdêriya bijîjk de mam û her tiştê ku wî got min kir. Paşê ez çûm cem doktor û ji min re gotin ku pirsgirêk kêm bûye. Ez hinekî rehet bûm, lê heta ku keça min hat dinyayê ez xemgîn bûm. Keça min hat dinyayê lê ne normal bû. Ew tenê ji hêla fîzîkî ve pêş ve diçe. Keça min niha 14 salî ye û bijîjkan got ku ew dikare heta 18 salî bijî. Ji ber ku ez diçim ser kar, min ji keça xwe re lihêrvanek peyda kir. Ev demeke ez êş dîkşînim. Keça min ji pênc saliya xwe pê ve rastî nexweşiya panîkê tê û her sal xirabtir dibe. Ew nêzîkî 18 salî dibe û ez xemgîn im. Xwezî min berî zayîna wê hebên kurtajê bixwara ji ber ku min hem li xwe û hem jî li keça xwe îşkence kir."

'Ez nizanim çi bikim'

A.N. a 34 salî ku niha bi cêwîyan ducanî ye, diyar kir ku di testên xwe de yek ji pitikan pirsgirêk û ya din jî saxlem bû. A.N. diyar kir ku ew bi fikar e û wiha got: “Ji bo zarokek bi tendurist çêbibe min hemû testên pêwîst kirin. Ji ber ku di malbata hevjîna min de kesên xwedî pêdiviyên taybet hene, beriya ku ez ducanî bim testên genetîkî kirin. Ez nikarim kurtajê bikim ji ber ku ew dikare zirarê bide pitika saxlem. Destpêkê ji min re gotin ku dê fetusê ne saxlem derxin. Lê belê wan niha diyar kir ku ew ê bi dermanan mezinbûna fetusê nebaş asteng bikin. Ez nizanim çi bikim. Em dixwazin her du fetusê jî kurtaj bikin da ku zarokek bi vî rengî neyê dinyayê.