Jinên ciwan bi kontrola tendirustiyê beşdarî festîfala hinaran bûn

Di heştemîn festîvala hinaran a payîzê ya li Helepçeyê de, ji derveyî nîşandana hinar û berhemên din ên xwemalî û Kurdewarî, jinên ciwan ên perestar ên xwebexş li hemwelatiyan kontrol kirin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Îro roja dawî ya festîfala heştemîn a hinaran e ku li Helepçeyê tê lidarxistin. Di nava sê rojan de bi hezaran kesî serdana festîvalê kirin û nêzî 400 konên ji bo firotina berhemên hinaran û berhemên xwemalî û Kurdewarî hatin vekirin. Berhemên hinaran, xwemalî û Kurdewarî, cil û bergên Kurdî, karên destan û hunerên jinan di festîvalê de hatin nîşandan û rastî eleqeyek mezin hatin.

Di nava festîfalê de sê jinên ciwan ên perestar bi cil û bergên spî perestarên xwebexş tehlîla xwîn û şekir kirin û çavdêriya tendirustiya hemwelatiyan kirin. Buşra Kemal yek ji wan jinên ciwan perestar e ku beşdarî festîvalê bûbû wiha got: “Îro ji aliyê nexweşxaneya me ve em hatin vê derê û bê pere xizmetê ji hemwelatiyan re dikin. Ger bûyerek di vir de biqewime, me beşa lezgîn aniye û me ambulans jî amade kiriye, da ku em mudaxeleya yekem bikin.”

“Armanca me xizmeta ji derveyî nexweşxaneyê ye”

Nîga Îbrahîm jineke din a ciwan a perestar e wiha got: “Armanca me xizmeta ji derveyî nexweşxaneyê ye. Bi kontrolan em lêdana dil, oksîjen gelek ceribandinên din ji bo hemwelatiyan bê pere dikin. Girînge di çalakiyên bi vî awayî de ku rêjeyek zêde ya hemwelatiyan beşdar dibin divê kesên xwebexş ên tendirustiyê hebin da ku alîkariya hemwelatiyan bikin.”