Ji bo penceşêra pêsîrê semînerên hişyariyê tên dayîn

Di tevahiya meha Cotmehê de, bi armanca agahdarkirina jinan ji metirsiya penceşêra pêsîrê li bajarê Kobanê, semînerên hişyariyê tên lidarxistin.

DELAL REMEZAN

Kobanê – Ji bo hişyarkirina penceşêra pêsîrê û pêşîlêgirtina wê her sal li tevahî cîhanê meha Cotmehê weke meha têkoşîna li dijî penceşêra pêsîrê tê pêşwazîkirin. Meha Cotmehê ya ku weke Cotmeha pembe jî tê zanîn yekem car bi armaca têkoşîna li dijî penceşêra pêsîrê di sala 1958’an de ji aliyê Civaka Penceşêrê ya Amerîkî û kompaniya dermanxaneyê AstraZeneca ve dest pê kir. Ji bo perwerdekirina jinan li ser pêwîstiya naskirina zû ya penceşêra pêsîrê, Weqfa Jin a Azad li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser bingehê pengava ku ji bo pêşîlêgirtina penceşêra pêsîrê daye destpêkirin bi armanca agahdarkirina jinan li ser vê nexweşiyê, semînerek lidar xist.

Der barê kampanyayê de, endama Desteya Tenduristiyê ya Weqfa Jinan Talîn Buşra got: “Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemleya têkoşîna li dijî penceşêra pêsîrê ji bajarê Qamişlo û îro li bajarê Kobanî dest pê kir, di nava mehê de berdewam dike û wê hefteyê du caran semîner bên dayîn.” Her wiha got, “Kampanyaya me bi dayîna waneyan li komîn û meclîsan dest pê kir, piştre derbasî gund û bajarokên kantona Kobanî bûn.

Talîn Buşra da zanîn ku di sala 2022’an de li tevahî cîhanê 685 hezar jin ji ber penceşêra pêsîrê jiyana xwe jides dane û wiha domand: “Armanca me ji dayîna van semîneran ew e ku em bigihêjin hemû jinan da ku haya wan ji pêwîstiya naskirina zû ya penceşêra pêsîrê hebe. Ji ber ku hin jin ji metirsiya belavbûna penceşêra pêsîrê nezan in û guh nadin muayeneyên demkî yên pêwîst ji bo pêşîgirtina wê.”

Talîn Buşra amaje bi wê yekê jî kir ku divê jin hay ji metirsiya nexweşiyên jinê yên hevbeş hebin.

Asya Mistefa ya yek ji jinên ku bi kampanyayê re têkilî danî, got: “Min tiştên ku di dema semînerên li ser penceşêra pêsîrê de hatin pêşkêş kirin, guhdar kir ku ez li ser giraniya vê nexweşiyê, çawaniya dermankirina wê û hewcedariya muayeneya periyodîk ji hêla bijîjkek pispor ve ne haydar bûm.”

Asya Mistefa da zanîn ku niha ew bi rêya van semîneran ji vê nexweşiyê haydar e û wiha domand: "Niha der barê penceşêra pêsîrê de, ku pir bandorê li jinan dike, xwedî ramanek zelal im. Bi rêya vê gotara dewlemend a ramanên ku ji me daxwaz dikin ku em vê nexweşiyê paşguh nekin û divê hemû jin xwe ji nexweşiyên hevpar ên bi vê rengê biparêzin. Ez hêvî dikim ku Weqfa Jin a Azad ji bo bigihêje hemû jinên gund û bajarokan van semînerên xwe yên li ser vê bingehê zêdetir bikin.”