Ji bo parastina xweza û jiyanê di meha Mijdarê de çi werin mezaxtin

Di van rojên ku roj hêdî hêdî rûyê xwe dizivirîne û hewa wek payîzê tê, xwarinên ku ji aliyê Komeleya Ramanên Kesk ve ji bo parastina jiyana xwezayî, xweza û tenduristiya me her meh amade dikin hem xîtabê payizê hem jî xîtabê xurtkirina laşê me dike.

Navenda Nûçeyan- Mezaxtina li gorî demsalê ji bo tenduristiya me û tenduristiya xwezayê girîng e. Salnameya xwarinê ya ku ji hêla Komeleya Ramanên Kesk ve hatî amadekirin ji me re dibêje ku em di kîjan demsalê de çi bixwin. Dema ku sermayê bi rojên ewil ên meha Mijdarê re dest pê kir rûyê xwe nîşan da, komeleyê di salnameya xwe ya xwarinê de got, "Niha dema wê ye ku em berxwedana xwe ya li dijî Kovid-19 bi fêkî û zebzeyên kok re zêde bikin û emê bi xwarinên çeşîd û şorbeyan re hundurê xwe germ bikin.”
Divê kîjan fêkî û zebze bên mezaxtin
Xwarinên demsalî yên ku ji bo piştgirîkirina hilberînerên biçuk, parastina aboriya malê û pêşîlêgirtina kirîna xwarinên nexwezayî hat amadekirin wiha ne: “Zebze û fêkiyên meha Mijdarê; silq, kerefs, kartol, kelem, silqa biyanî, îspenax, karnibahar, tivîr, pirase, gêzer, sêvabinerd, gûz, tirî, sêv, hinar, mûz, hirmî, kîvî, mandalîn û greypfûrt."
Qalikên fêkiyên ku em dixwin jî çavkaniya şîfayê ne
Ji ber ku di payîzê de demê ji rojê sûd werdigirin kurt dibe, xetereya me ya girtina nexweşiyan zêde dibe. Kêmbûna çalakiyên laşî, guhertinên demsalê û kêmbûna berçav a vexwarina me ya avê jî dibe sedema qelsbûna laşê me. Ji ber vê yekê divê em bala xwe bidinê ku di demsalê de vexwarina avê kêm nebe û vexwarina çayên kesk tayîbetî jî şîlan bixin nava jiyana xwe.
Çêkirina çayê ji fêkî û sebzeyên xwezayî ku em dikarin demsalê xwe bigihînin wan yek ji wan faktorên ku dikare laşê me xurt bike ye. Mînak, qalikên leymûn, ixlemûr, sêv, porteqal li şûna ku werin avêtin, dikarin werin kelandin û veguhezînin çayên nebatên şîfa.