‘Ji bo parastina ji nexweşiya kolerayê paqijî pêwîst dike’

Bijîjka zarokan Cîhan Brahîm der barê nexweşiyên ku li herêmê belav bûne de got ku di werza zivistanê de nexweşî zêde dibin û bandorê li zarokan dikin, da zanîn ku ji bo rêbazên parastina ji van nexweşiyan divê malbat hişyar bin.

VIYAN AMED

Qamişlo - Bi pêşketina pergala kapîtalîst re gelek nexweşî di nava civakê de belav bûne û dibin sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Bandora van nexweşiyan jî herî zedê li ser zarokan dike. Der barê vê mijarê de bijîjka zarokan Cîhan Brahîm axivi û li dijî nexweşiyên ku di zivistanê de pêş dikevin hişyar kir.

‘Nexweşiyên herî berbiçav ên li herêmê’

Cîhan Brahîm behsa nexweşiyên ku herî zêde derdikevin pêş û bandorê li zarokan dikin kir û wiha got: “Gelek nexweşî hene ku di peşerojê de bandorên zêde li ser tendirustiya mirovan dike, bi taybetî li ser zarokan. Nexweşiyên wekî sorik, zerik û îltîhaba qirikê piranî bi zarokan re çêdibin. Li herêmên me de nexweşiya Covîd-19 derket holê lê belê ji ber tedbîrên ku me girtibû, zarok ji nexweşiyê rizgar bûn. Mixabin di vê dema dawiyê de xeteriya belavbûna nexweşiya kolerayê heye. Nexweşiya kolerayê di roviyên mirovan de îltihabê çêdike, vediguhere îshalê û di encamê de bedena mirov zuha dike, ev yek jî bandoreke neyînî rasterast li gurçikan dike. Her wiha dibe sedem ku hin mirov jiyana xwe ji dest bidin. Bêguman ji ber ku hêza zarokan kêm e, zêdetir para xwe ji van nexweşiyan digrin.”

'Serma ji bo zarokan xeter e’

Cîhan Brahîm bal kişand ser pêwîstiya paqijiya mirov û derdorê li hemberî her cure nexweşiyê bi taybetî kolerayê û got: “Beriya ku nexweşiya kolerayê li herêmên me  belav bibe, pêwîst e tedbîrên parastina werin girtin. Nexweşiya kolerayê ji hilma devê mirov belav dibe, bi taybetî di werza zivistanê de ji ber sermaya zêde, bandora wê ya neyînî zêdetir dibe. Ger zarok bedena wan lawaz be û nikaribin xwe li ber vê nexweşiyê bigrin, wê demê jiyana wan dikeve xeterê.”

'Rêbazên parastina zarokan ji nexweşiya kolerayê'

Cîhan Brahîm di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji malbatan kir ku parastina zarokên xwe bikin li hemberi nexweşî û sermayê û wiha bi dawî kir: “Pêdivî bi hişyariya malbatan heye ku zarokên xwe ji sermayê biparêzin. Pêwîste her dem germahiya bedena zarokan bi hevsengî be. Her wiha ji bo parastina zarokan divê zarok zêde neçin ber sermayê. Ji bo ku bedena wan bi hêz bibe, pêwîste xwarinên bi feyde wekî şînahî û fêkiyan bixwin û helbet divê bi awayekî baş bên şûştin. Bandora qirêjiya bedenê û derdorê jî zêde ye lewre gere mirov li ser paqijiya derdorê û bedena xwe jî miqate be. Paqijiya mirov û parastina derdorê pêwîstiyek e sereke ye.”